Fuara Pirtûkan li Amedê di roja duyem de berdewam dike

  • 16:39 29 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - 7'emîn Fuara Pirtûkan ya ku ji aliyê TUYAP'ê ve  tê organîzekirin di roja 2'emîn de li Amedê berdewam dike. Fuara ku gelek nivîskar û helbestkar tê de cih digirin di roja ewil de ji aliyê 24 hezar û 173 kesî ve hat ziyaretkirin. 
 
7'emîn Fuara Pirtûkan ya ku ji aliyê TUYAP'ê ve  tê organîzekirin di roja 2'emîn de li Amedê li Salona Kongre û Fuarê berdewam dike. Fuara ku ji aliyê gelek kesî ve serdana wê tê kirin di roja ewl de ji aliyê 24 hezar û 73 kesî ve serdana wê hat kirin.  Gelek nivîskar û helbestkaran li fuarê cihê xwe girtin û li fuarê ji bernameyên guhdarkirina helbestan heta bi gotûbêj û panelan gelek çalakî lê tên kirin. 
 
Fuar wê heta 6'ê Cotmehê vekirî bimîne.