'Em ê çalekiyên xwe bi şêweyên cuda berdewam bikin'

  • 12:32 29 Îlon 2019
  • Rojane
MEXMUR - Ev 74 roje PDK ê werigiha penaberan a Mexmur dorpêç kiriye. Ji bo rakirina vê ambargoyê komak dayîkên aştiyê ku xwestin bi rayadarên hukmeta îraqê re hevdîtinê bikin rastî astengiya asayîşa PDK ê hatin. Dayikên Aştiyê ku li seytera PDK'ê 27 rojan ji bo hevdîtinê bi rêveberan re bikin çalakî dabûn destpêkirin, ji ber bêrêzî û muhatap negirtina PDK'ê çalekiya xwe ya rûniştinê bi dawî anin. 
 
Ji 17 Tîmiha 2019’ê ve PDK ê Wergiha Penaberan a Şehîd Rostem Cudî (Mexmur) dorpêç kiriye.  Ji bo rakirina vê ambergoyê komek ji Dayîkên Aştiyê  xwestin bi rayadarên herêmê re hevdîtinê bikin û li ber setera PDK'ê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Lê ji ber astengî, bêrêziya asayîşa Partiya Demokratîk a  Kurdistanê (PDK) û muhatapnegirtinê dayikan çalakiya xwe ya ku 27 rojan dûrî wargehê  bi 10 kîlometreyan dabûn destpêkirin a di navbera Mexmûr û Hewlêrê de ev du roj in bi dawî kirin.  Li ser dorpêçe û bi dawî anina çalakiyê, Dayikên aşitiyê ji ajansa me re axivîn û gotin: "Dibe ku me çalekiya xwe ya rûniştinê bi dawî ani be, lê em ê hember ambargu û kiryarên qirêj yên hukumeta PDK’ê serî netewin û çalekiyên xwe bi şêweyên cuda berdawam bikin."
 
‘Ev 26 sale em penaberîn’
 
Dayika aşitiyê ya bi navê Reqya Çetin ku 27 rojan di çalekiya roniştinê de ma, li ser rewşa wargehê axivî û got: “ Ev 26 sale em penaber bune, em ji ber zilma dijmin reviyan hatin û me xwe li xwişk û birayên xwe girt.  Lê di nava van 26 salên penabertiyê de gelek caran hukumeta PDK’ê erîşî me kir û bi ambarguyê dixwazin warghê belav bikin.  li etruşê ji wekî vê ambargo danin. Ambargoyê sê mehan berdewam kir. îro ji ev 74 roje ambargo danin ser wargehê.”
 
‘Bêrzî li hember me kirin û heqeret kirin’
 
Li ser çalekiya rûniştinê dayê Reqya wiha  berdewam kit: “ Me ji ber ambarguyê çalekiya rûniştinê da despêkirin. Em komek Dayikên Aşitiyê çun ber deriyê asayişa PDK’ê me got dibe ku bibêjin ev dayikin şerm bikin. Lê mixabin qet rêz û hurmet li gel wan nebu li rexmî ku em hemu dayikên temen mezin bûn heqaret li me dikirin. Rastî ji bo wan şermek mezin bû ku dayikên ducanî bi seetan di seyterê de rawistandin û şûnde vegerandin. Îro di xaka Kurdistanê de bi sedan beragehên dewleta dagirker hene dengê xwe nakin ji bo wan lê li hemberî dayikên me yên du canî û temen mezin hemu bêrêziyê dikin ev şermek gelek mezin e ji bo hukumeta PDK’ê. Me çalekiya xwe bi dawî anî ji ber bêrêzî, bê hurmetî, muhatep negirtina me, em 27 rojan man lê kesekî ne got we xêre derde we çi ye ji ber wê me çalakiya xwe bi dawî  ani.  Lê em ê wekî dayikên aşitiyê ji bo rakirina vê dOrpêçe çalekiyên xwe bi şêweyê cuda pêk bin.”
 
‘Em ne bê mal û ne ji bê war bûn’
 
Dayika Aşitiyê Zeynep Kara  ku ew jî di çalekiyê de bû li ser ambarguyê axivî û wiha got: “ Ev nêzî 3 mehe ambargo danîne ser Mexmûrê û desturê nadin nexweş, karker kesek derbas bibe. Rê li ber me girtine. Lê ev 26 sale em penaberin û me axa xwe berdaye. Lê em  ne bê war û bê mal bûn.  Gundê me gelek xweş bu kesê bawer ne dikir wê xera bibe lê me di 24 demjimêran de gondê xwe ji ber zilma dewleta tirk berda.   Tenê me zarokên xwe ji gund derxistin û tiştek din me bi xwe re ne ani. Ev 26 sal e em derbasî başurê Kurdistanê bune lê hukumeta heremê ya PDK’ê her cure êriş anin ser me.  Li Etroşê me ji ber embarguyê meş pêk anîn lê wan gule berdan û em gulebaran kirin.  Dayikan li pêşiya meşê cih di girtin. Ji wê rojê heta îro PDK’ê dijminahiya me dike ev hemu daxwazên dijmin in. Ger dewleta tirk zext li wan nekiriba wan jî ev zext li ser me nedikir. Ev nêzî sê mehan e ambargu danîne ser wargehê destur nadin ku  dayikên du canî jî ji bo welidînê derbas bibin.  Ji roja me dest ji çalekiya xwe berdaye dayikek du canî bi seetan li asîşê rawistandine û di nava wê êşê de li ber wê germa tavê hiştibûn. Em çun me mudehale kir het ku berdan. Bi van kiryaran dixazin wargeh belav bibe.”
 
‘Demjimêr 1’ê şeve weki dewleta tirk derora me girtin’
 
Li ser 27 rojên çalekiyê jî dayika Zeynep wiha got: “ Roja Aşitiyê ya Cihanê me wek dayikên aşitiyê got em ê biçin ji bo aşitiyê di roja wê de biçin gel wan aşitiyê bi xwazin û dibe ku bidin xatirê dayikan. Lê dema em çûn li hember me dayikan bê rêzî kirin û heqeret kirin. Piştî wê seet 1’ê şeve weki dewleta tirka derora me girtin wesayit anin û gotin divê hûn ji vir biçin.  Lê li gel hemû zextan me berxwedana xwe berdewam kir. Ji dikandaran re jî gotin xwarin û vexwarinê nedin wan.  Destûr nedidan ku kesek ji wargehê bê serdana me û ji me re xwarin û vexwarinê bînin. Lê me berxwedana xwe 27 rojan berdewam kir. Em ê niha jî çalekiyên xwe bi şêweyên cuda berdewam bikin.”