Li Dêrsimê polîsan bi ser malên endam û rêveberên HDP'ê de girt!

  • 11:04 29 Îlon 2019
  • Rojane
DERSÎM - Polîsan serê sibê bi ser mala endam û rêveberên HDP’ê yên Dersîmê de girtin. Polîsan di serdegirtina malên HDP'yiyan de Hevserokên HDP'ê yên Dersîmê Hidir Çîçek û Ozlem Toprak binçav kirin. 
 
Polîsan serê sibê li Dersîmê bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP'ê de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de li malan lêgerîn kirin û Hevserokên HDP'ê yên Dersîmê Hidir Çîçek û Ozlem Toprak, rêveberê HDP'ê Yunus Aras, Cemîle Ataş, Hevseroka HDP'ê ya Berê Ozge Hoşoglu binçav kirin. Bi ser mala endamê Meclîsa HDP'ê Ferhat Yildiz de jî girtin û hat zanîn ku der barê wî de jî biryara girtinê heye. 
 
Sedema serdegirtina malan û  binçavkirina wan nehat zanîn û HDP'yiyên binçav kriin birin Muduriyeta Polîsan a Dêrsimê.