Kolektîfa Kedê ya Jinê li kampa havînê ye: Bijî piştevaniya jinê
- 09:17 29 Îlon 2019
- Rojane
MERSÎN - Hîlal Kurul yek ji endama Kolektîfa Keda Jinê ye der barê 11’emîn kampa havînê ya pêk anîne de axivî û balkişand ser piştevaniya jinan a li hember her cureyê zext û binpêkirinê. Hîlalê banga rêxistinbûn û çareserkirina pirsgirêkan a li dora kolektîfa jinan kir.
Kolektîfa Keda Jinê 11’emîn kampa havînê ya di 27’ê îlonê de dabû destpêkirin, îro bi dawî dike. Kampa havînê bi şîara ‘em bi têkoşîna femînîst xwedî li mafên xwe derdikevin’ pêk hat û ji her derê gelek jin tevlî bûn. Kamp bi atolyeyên wekî ‘nirxandina tevgera femînîst û rewşa siyasî’, ‘peymana Stenbolê dide jiyankirin’, ‘Tranfemînîzm: Femînîzmek din pêkane’, ‘Bedena me ya me ye’, ‘Berxweda û femînîzm’ û ‘Femînîzm rêxistinbûn û war’ berdewam kir.
Ji bo jinan banga rêxistinbûnê
Endama Kolektîfa Keda Jinê Hîlal Kurul der barê kampê de axivî û got ji gelek bajarên Tirkiyeyê jin tevlî bûne û wiha got: “Me der barê binpêkirin û zextan de, der barê çareserkirina van de atolye pêk anîn. Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari û parêzer Dîdem Işin Mordenîz jî piştgirî dan me. Ez bang li hemû jinan dikim ku li dora kolektîfa jinan xwe rêxistin bikin.”
‘Êrîşên li hember jinan zêde bû’
Hîlalê daxuyakirin ku di pêvajoyeke ku zextên li hember jinan pir zêde bûne de kamp pêk anîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li vir xebatek rêxistinê ya ji dewlet, mêr û her tiştî serbixwetire, pêk tînin. Armanca esas ya kampê ev bû balê bikşîne ser zext û binpêkirinên li ser jinan.Me li ser peymana Stenbolê, qanûna hejmar 6284 nîqaş meşand. Ligel şîdeta mêran, dewlet jî hewl dide êrîşê destkeftiyên jinan bikin. Hedefa me ya sereke eve ku em li dijî vê bisekinin û bêjin em dest ji mafên xwe bernadin. Em jin bibin yek emê her tiştî çareser bikin.”
‘Em ê bi vê motîvasyonê berdewam bikin’
Hîlalê di bedewamiyê de bi lêv kir ku ji gelek bajarî jin tevlî kampê bûne, li ser çareseriya pirsgirêkan parvekirin û nirxandin kirine û wiha got: “Wek her derê Çiyayên Kaz jî di hedefa binpêkirina kapîtalîzmê de ye. Me der barê êrîşên ekolojiyê de jî nîqaş kir. Em ê bi motîvasyon û hêza xwe berdewam bikin. Em hemû jinan ji niha de vexwendiyê kampa xwe ya sala pêş dikin. Bijî piştevaniya jinan.”