Dayikên Şemiyê: Em ji bo hemû windayên xwe edaletê dixwazin
- 15:19 28 Îlon 2019
- Rojane
STENBOL - Jinbira Huseyîn Morsumbul ê dibin çavan de hat winda kirin Ayten Morsumbul, di çalakiya Dayikên Şemiyê de axivî û got: “Dayika Fatma tune ye, lê ez li vê dereme. Ez ê doz û edaleta wê dewam bikim. Ez ê Huseyîn bibînim. Ez ê hestiyên wî bibînim.”
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 757’emîn de çalakiya xwe li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Stenbolê li dar xist. Dayikên Şemiyê tîşortên wêneyên windayan li ser li xwe kirin û wêneyên kesên dibin çavande hatin winda kirin û qurnefîl kirin destên xwe. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan, Oya Ersoy, Ahmet Şik, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û gelek nûnerên Saziyên Civaka Sîvîl (STK) beşdarî çalakiya vê heftê bûn.
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê heftê de, aqobeta Huseyîn Morsumbul ê di 18’ê Îlona sala 1980’yan, piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê dibin çavan de hat windakirin, pirsîn. Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê ya Stenbolê û keça Fehmî Tosun ê di 19’ê Cotmaha sala 1995’an dibin çavan de hat windakirin Besna Tosûn daxuyanî da.
Besna diyar kir ku wan Huseyîn Morsumbul ji bir nekiriye û wiha axivî: “Ji bo ku aştiya civakî ya hiqûqî pêş bikeve, divê binpêkirinên mafan ji aliyê darazek serbixwe ve bê lêpirsîn û bên darizandin. Ya ku civakê li ser piyan digire, hesta edaletê ye. Çi dema ku hesta edaletê şikiya wê demê bingeha demokrasiyê jî tê hejandin. Dewleta hiqûqê û edalat di nava hev de ne. Ger di qanûn, rêveberî û darazê de edalet tune be, li wê derê dewleta hiqûqê jî tune ye.”
Besna, bal kişand ser aqobeta Huseyîn Morsumbul ê di 18’ê Îlona 1980’yan de hat binçavkirin û çarek din agahî jê nehat girtin û wiha got: “Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê, polîs û leşkeran di 18’ê Îlona 1980’yan de bi ser mala malbata Morsumbul a li Çewligê de girtin. Huseyîn ê li Lîseya Çewligê xwendekar bû hat binçavkirin. Ji dayika wî ya got ‘hûnê kurê min bi ku ve bibin’ re gotin ‘em ê îfadeya wî bigirin û wê di demek kurt de were.’ Lê Morsumbul dûr qet nehat malê. Dayika û bavê Huseyîn ên li kurê xwe geriyan hatin binçavkirin. Îşkenceyên giran li bavê wî Hanefî Morsumbul kirin. Dayika Fatma û bav Hanefî morsumbul çûn serdozgeriya leşkerî û îfade dan û derbarê berpirsiyaran de gilî kirin. Lê heya niha darbarê aqobeta Huseyîn de tu lêpirsîn nehat kirin.”
Besna, diyar kir ku dayika Huseyîn Fatma Morsumbul berî 3 salan jiyana xwe ji dest da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dayika Fatma 36 salan ji bo ku bigihêje kurê xwe têkoşiya. Me wesiyeta wê li ser kêla gora wê nivîsand. Wesayîta wê wiha bû; ‘Bi salan, bi xeyala ku kurê xwe Huseyîn bibînim hatin Galatasarayê. Xwestin me bigirin û avêjin. Bi copan li me xistin. Em bi erdê re kaş kirin. Em binçav kirin. Lê me dest jê berne da.’ Em dixwazin aqobeta windahiyên me bên aşkerakirin. Em ji bo Morsumbul û hemû windahiyên xwe edaletê dixwazin.”
Piştî Besna, jinbira Huseyîn Morsumbul Ayten Morsumbul li ser navê malbatê axivî û wiha got: “Dayika Fatma tune ye, lê ez li vê dereme. Ez ê doz û edaleta wê dewam bikim. Ez ê Huseyîn bibînim. Ez ê hestiyên wî bibîn im. Ez edaletê dixwazim. Em tenê windahiyên xwe dixwazin.”
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê û parêzera malbata Huseyîn Morsumbul, Eren Keskîn jî, diyar kir ku malbat rastî zextên giran hat û wiha bilêv kir: “Malbatê tim digot qey doz û lêpirsînek heye. Lê tiştek wisan tune bû. Malbatê ji ber zextan, neçar ma ku ji Kurdistanê koç bike. Dosye 4 salan li gel dozger ma. Piştî 4 salan derket holê ku qet lêpirsîn nehatiye kirin. Heya niha jî derbarê dozê de tu encam nehatine bi dest xistin.”