Xizmên windayan: Divê dayik bighîjin hestiyên zarokên xwe
- 15:18 28 Îlon 2019
- Rojane
AMED/ÊLIH - Xizmên windayan û Şaxên ÎHD’ê li Êlih û Amedê çalakiya 'Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin' li dar xistin. Di çalakiyê de xizmên windayan li ser pêwîstiya edaletê rawestiyan û gotin divê sûcdar bên darizandin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li Amed û Êlihê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Di çalakiyê de xizmên windayan da zanîn ku heta aqûbeta windayan eşkere bibe dê têkoşîna xwe dewam bikin.
'Dengê dayikan dengê heqîqetê ye'
Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 555’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kûjer bên darizandin” li ber avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Rêveberên ÎHD’ê û xizmên windayan û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji wezîfeyê hat dûrxistin beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.
Rêveberê ÎHD’ê Adnan Orhan di çalakiyê de ewilî axivî û got: “Dengê van dayikan dengê edalet û heqîqetê ye. Heta niha ji bo dîtina kujeran darazê gavek erênî neavêtiye. Li şûna cezakirina kujeran wan xelat dikin. Hûn neçarin hesabê windayên me bidin.”
'Divê edalet pêk bê'
Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli jî got: “Lazime êdî dayik bigîhîjin hestiyên zarokên xwe. Ji bo edalet derkeve holê pêwîste edalet were tesîskirin. Edalet pêk were dê çîrok ji nûve were nivîsandin.”
Aqûbeta Mehmet Yanen û Hasan Kanat hat pirsîn
Rêveberê ÎHD’ê Hasan Yalçin jî qetilkirina Ceylan Onkol a di 28’ê Îlona 2009’an de li mezraya Xanbaz a Licê ya bi gula hawanê hat kuştin bi bîr xist. Yalçin da zanîn ku dosyeya Ceylan Onkol jî wek dosyeyên kiryar nediyar bêcezakirin ma û ew ê heta dawiyê têkoşîna hiqûqê birêve bibin.
Hasan, çîroka windakirina Mehmet Yanen û Hasan Kanat ên di 17’ê tîrmeha 1994’an de li gundê Seyar ê girêdayî navçeya Hênê ya Amedê hatin binçavkirin û windakirin xwend.
Li Êlihê çalakiya xizmên windayan pêk hat
Li Êlihê jî Şaxa ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 461’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û xizmên windayan beşdar bûn. Rêveberê ÎHD’ê Mahfuz Akgul axivî û anî ziman ku heta ku aqûbeta windayan eşkere bibe dê têkoşîna xwe dewam bikin.
Mahfuz di daxuyaniya vê hefteyê de xwest ku cînayeta Haci Sancak ê di sala 1993’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat revandin û kuştin û pişt re cenaze dan malbata wî bê ronîkirin.