Dayikên li Mexmûrê: Em ê xwedî li doza xwe derkevin

  • 14:20 28 Îlon 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 10'emîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin. Jinên ku tevlî konferansê bûn bertêkên xwe li hemberî dorpêçê anîn ziman û gotin: "Em tu carî serî natewînin û em ê xwedî li doz û têkoşîna xwe derkevin."
 
10’emîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) bi beşdarbûna 400 delegeyan bi dirûşma ‘Rêzgirtina li hemberî şehîdan, nirx parastin û avakirina jiyana azad e’ pêk hat. Konferans du rojan dê bidome. Di konfrensê de raporên xebatên sala borî tê nirxandin, li ser pirsgirêkan tê rawestandin. Her wiha dê plansaziya pêşerojê jî di konferansê de bê derxistin. Jinên ku tevlî konferansê bûn ji ajansa me re der barê konferansê û hêviya xwe ya pêşerojê anîn ziman. Jinan destnîşan kir ku dê heta dawiyê xwedî li doza xwe û têkoşîna xwe derkevin. 
 
'Em ê xwedî li dozê derkevin'
 
Dayika bi navê Xoxê tevlîbûna xwe ya konferansê bi kelecanek anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Konferansa me di pêvajoyeke giran de pêk tê. Em armanc dikin yekîtiya Gelê Kurd bê avakirin. Ez hêvîdarim ku ev konfarans bibe wesileya serketinê. Bangawaziya min ji tevayî gelê kurd ew e ku rabin ser piyan û li vî dozê xwedî derkevin.”
 
'Bi nîqaşan em ê bighijin encamên girîng'
 
Endama Saziya Malbatên Şehîdan Hazar Uçar 10’emîn Konfaransa Saziya Malbatên Şehîdan pîroz kir û wiha axivî: "Konfrensa 10'emîn tê li dar xistin, Lê 2 salan carek pêk tê. Em ê di konferansê de li ser kar û xebatên xwe rawestin. Em bi nîqaşan bighijîn encamên girîng. Em hêvîdarin ku bi nîqaşan xebatên xwe betîr xurt bikin. Em ê di xeta şehîdên xwe de bimeşîn û xwedî li nirxên şehîdan derkevin."
 
'Konferans bibe vesileya aştiyê'
 
Dayika Besna derbarê konferansê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di destpêkê de ez vê konfaransê li tevahî şehîdên Kurdistanê û delegeyên amade yê Wargeha Mexmûr pîroz dikim. Ez hêvîdarim ev konfarans bibe wesîleya aştiyê. Divê em li ser doza şehîdên xwe bimeşîn."
 
'Em naxwazin xwîn birêje'
 
Besna, di axaftina xwe de bal kişand ser dopêça Mexmûrê jî wiha dom kir: "Zilm û zordariya herî mezin ji aliyê dewleta tirkan ve li ser me tê meşandin. Divê em dayik û şêniyên wargehê berxwedana xwe ya li dijî vê dagirkerî û dorpêçê hîn xurtir bikin. Em naxazin xwîn birêje. Em weke dayik li ku dera cîhanê dibe bila bibe divê em destê xwe bidin hev û li doza xwe xwedî derbikevin. Dixwazin bi dorpêç û ambargoyan bi vîna Gelê Kurd tune bikin, lê belê em berxwedêrin û em tu caran serî natewînin. Dê serkeftin ya gelê me be û ya mexmûriyan be. Heta dawiyê em ê li ser fikra şehîdên xwe bimeşin.”
 
‘Berxwedana me dê bidome'
 
Dayika Qimet Unver jî wekî delege tevlî konferansê bû û hest û ramanê xwe wiha anî ziman: "10'emîn konfarans tê lidarxistin. Em vê konfaransê li rêbertî, hemû şehîd û malbatên şehîdan pîroz dikin. Em wekî malbatên ku tevlî konferansê bûn dibêjin ku dê hîn bêtir em ê xwe li ser piyan bigirin û kar û xebatên xwe xurtir pêk bînin. Heta niha jî em li ser rêya şehîdên xwe dimeşiyan û em ê dê dîsa berxwedana xwe jî li ser vê rêyê berdewam bikin. Em hêza xwe ji şehîdên xwe digrin. Heta ku em bigihin serkeftinê em ê kar û xebatê xwe berdewam bikin. Tişta ku şehîdê me ji me dixaze divê heta serkeftinê em xwedî li xwestekên van derkevin. Em ê li ser şopa van her tim bimeşin.”