Çalakiya li dijî qeyûman di roja 41'emîn de didome

  • 14:06 28 Îlon 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Çalakiya li Mêrdînê ya li dijî qeyûman di roja xwe ya 41'emîn de li Qoserê hat lidarxistin. Hêzên demokrasiyê banga "Di bin banê HDP'ê de em têbikoşin" dan. 
 
Çalakiya li Mêrdînê ya li dijî qeyûman di roja xwe ya 41'emîn de didome. Parlamenterên HDP'ê Ebru Gunay, Îmam Taşçier, Erdal Aydemir, Hêzên Demokrasiyê yên Amed, Mêrdîn û Antalyayê beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Di çalakiyê de pankartên "Îradeya gel nikare bê xespkirin","Ji qeyûm re na em aştî û demokrasiyê bi hev re bi dest bixin" hat hilgirtin. 
 
Ji polîsan tehdîda 'Em we hemûyan tespît dike'
 
Di dema çalakiyê de di navbera polîsan û endamên platforma kedê de nîqaş ji bo pankartê derket. Piştî nîqaşan endamên platformê bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Her wiha polîsan çalakgerên rûniştinê bi gotina 'Em we hemûyan tespît dike' tehdîd kirin. 
 
Piştre li ser Hêzên Demokrasî û Kedê yên Antalyayê Kadir Ozturk axivî. Kadar diyar kir ku îradeya gel hatiye xespkirin û li dijî van êrîşan divê em bi hev re têbikoşin.
 
'Heta ku talanker herin em ê li berxwe bidin'
 
Piştre Parlamenterê HDP'ê yê Çewligê Erdal Aydemir axivî. Erdal banga "Di bin banê HDP'ê de em têbikoşin" kir û got:"Heta ku talanker herin em ê li berxwe bidin."
 
Nobeta Demokrasiyê bi tilîlî û dirûşmên hatin berzkirin bi dawî bû.