Heyhan Elî: Li Efrînê xeteriyek cidî heye, vîna mirovan tê binpêkirin
- 09:01 28 Îlon 2019
- Rojane
Fîdan Ebdullah
ŞEHBA - Endama Saziya Mafê Mirovan a Kantona Efrînê Heyhan Elî, derbarê kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li Efrînê de nirxandin kir û got: "Şêniyên ku di Efrînê de mane bi kiryarên ne exlaqî re rû bi rû dimînin û rewşa wan di nava xeteriyê de ye. Di Efrînê de jin tên hedefgirtin û çanda wan tê helandin."
Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê ketin Efrînê şûnde li gor jêderkên herêmî her roj binpêkirina mafên mirovan hat jiyîn. Têkildarî mijarê Endama Saziya Mafê Mirovan ya Kantona Efrînê Heyhan Elî nirxandin kir.
'Şêniyên Efrînê bi kiryarên ne exlaqî re rû bi rû dimînin'
Di destpêka axaftina xwe de Heyhan bal kişand ser kiryarên dewleta tirk ên di hundirê Efrînê de û wiha got: "Ji dema ku Efrîn hatiye dagirkirin rojane bûyerên ne ji rêzê li wir tên kirin. Şêniyên ku di Efrînê de mane bi kiryarên ne exlaqî re rû bi rû mane û rewşa wan di nava xeteriyê de ye. Jiyan êdî li wir debar nabe. Mirovên ne xwediyên axê di Efrînê de dijîn û zextê li şêniyên Efrînê dikin, da ku ew jî birevin û ji malên xwe derkevin. Vîna mirovan û xeyalên wan hatin dizîn û binpêkirin û li hember vê jî civaka navneteweyî bêdeng e û şirîkê vê dagirkeriyê ye."
'Kiryarên dewleta tirk li Efrînê jinan hedef digire'
Heyhanê destnîşan kir ku hejmara jinên ku rastî tundiya komên girêdayî dewleta tirk hatine gelek in û wiha dirêjî li axaftina xwe: "Di demên dawiyê de nêzî 34 jinên Efrînî rastî tundiya çeteyan hatine. Ev hejmar di meha tebax û îlonê de hatiye diyarkirin. Piraniya jinan tên revandin û berdêla wan fidye tê xwestin. Çanda jinên kurd bi rêya ferizkirina cilên reş tê helandin. Xeteriyek cidî heye, jin hedef tên girtin."
'Zarokên Efrînê di cihên ne exlaqî de didin karkirin'
Heyhanê diyar kir ku di Efrînê de ne tenê jin rastî kiryaran tên, zarok jî gelek caran dibin qurbaniya van kiryaran û wiha dewam kir: "Li gor agahî û dîmenên ku digihêjin ber destên me, tundî li ser zarokên Efrînê jî tê meşandin. Bi zorê zarokan di cihên ne exlaqî de didin karkirin û wan ji zaroktiya wan mehrûm dihêlin. Ev yek li hember çavên saziyên parastina mafê zarokan tê kirin, lê dîsa jî tenê gotinên li ser rûpelan dimînin."
'Saziyên mafê mirovan ji Tirkiyê re bê dengin'
Di dawiyê de Heyhanê qala bêdengiya dewletên naveteweyî ya li hember kiryaran dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em her meh rapor û dîmenên kiryarên Tirkiyeyê yên di Efrînê de ji saziyên mafê mirovan re dişînin, lê mixabin tu bersiv heta niha nehatî dayîn. Kiryar hîn berdewam in, rewş aloz e."