ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2019'AN
- 09:00 28 Îlon 2019
- Rojev
*Endama Saziya Mafê Mirovan a Kantona Efrînê Heyhan Elî, derbarê kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li Efrînê de nirxandin kir û got: "Şêniyên ku di Efrînê de mane bi kiryarên ne exlaqî re rû bi rû dimînin û rewşa wan di nava xeteriyê de ye. Di Efrînê de jin tên hedefgirtin û çanda wan tê helandin." DÎMEN HEYE
*Semra Guzel a HDP’î diyar kir ku hikûmeta tirk tehemulê hebûna yek Kurdekî nake û got: “Desthilatdarî ji bo li ser piyan bisekine kozên xwe yên dawî dilîze. Hewl dide rojevê biguhere û rihê netewperestiyê ligel xwe bigire. Parçebûna nav xwe, bi guhertina rojevê vedişêre. Lê civak her tiştî dibîne û dizane.”DÎMEN HEYE
*Jinên kedkar, diyar kirin ku dewlet valahiya butçeyê ji ser kedkaran temam dike û bertek nîşanî bêdadiya bacê û dahatiya welat dan.
DÎMEN HEYE
*Parêzeran der barê redkirina doza tezmînata manewî ya ku malbata Ceylan Onkol vekiribû de, li Şûrayê Dewletê îtîraz kiribû û her çiqas îtîraz bê qebûlkirin jî di dozê de encama dihat xwestine hatiye girtin.
*Xebatên binesazî û kolandinê yên şaredariya AKP’ê ya Muşê ku li her derê bajar didome, gel bêzar kir. Bajar di nav axê de maye û 4 meh in jî av hatine birîn. Jinan berten nîşan da û gotin: "Em nikarin karê xwe yên rojane bikin, nikarin serê zarokên xwe bişon. Tu fedeya şaredariya AKP'ê bo me tune." DÎMEN HEYE