Kongreya Yekîtiya Bijîşkên Kantona Qamişloyê bi dawî bû
- 08:37 28 Îlon 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Yekemîn Kongreya Yekîtiya Bijîşkan a ku li hola Efrînê ya bajarê Qamişloyê hate lidarxistin, bi dawî bû.
Yekemîn Kongreya Yekîtiya Bijîşkan ku li hola Efrînê ya bajarê Qamişloyê bi dirûşma "Bi zanebûneke tenduristî ber bi avakirina civakeke Ekolojîk û demokratîk ve" hate li darxsitin, bi eşkerekirina Meclîsa Rêveberiya Yektîya Cizîrê bi dawî bû.
Karê yekîtiyê, karê sîstema hundirîn hate xwendin û li ser hate nîqaşkirin, her wiha gelek pirs û pêşinyar hate kirin.
Di dawiyê de ji bo Meclîsa Rêveberiya Yekîtiyê ya Cizîrê ya Bijîşkan, Şêrîn Silêman û Ehmed Yûsif hatin hilbijartin.