'Em hêvî dikin cejnên me bi aramî derbas bibe'

  • 18:27 27 Îlon 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Şêniyên  Şengalê bi boneya Cemahiya Şebil Qasim hat cem hevdû. Cemahi du roj didome, her kes tê qubeya ziyaret dike. Jin cilên xwe yên gelêrî li xwe dikin. Di rojên destpêkê de herkes diçe ser gorên miriyên xwe. 
 
Bi hatina Cemahiya Şebil Qasim civaka Êzidî tê gel hevdu.Ciwan her kes bi ditina mirovên xwe kefxweşî dilan û şahî digrin.
 
Jina ku bi navê Vahide Mirad bi boneya cemahiye hatiye, ziyaretkirina ser gora mirovên xwe hesten xwe wuha anî ser ziman: “Her sal di wê demê cemahiya Şebil Qasime. Em hemû bi kefxweşî tên cem hevdû. Ji ber fermanê em xemginîn ji ber dayik, xwuşken me hemû hatin girtin, gelek kes hatin qetilkirin. Daxwezê me ye ku her sal bi xêr û xweşibê cemahiyên me. Cemahi dû rojin. Di nava dû rojan ki karibe qasî ku dikarê xêr derdixîne.  Ev gora jin tiya mine, rehma Xwede ser bê. Ez hatime ziyaret  bikim. Em îro gelek kefxweşin em ser axa xwe ne. Hemû kes cardin vegerin ser axa xwe, orf û adetên xwe pêk binin.”
 
'Em gelek kêfxweş dibin'
 
Jina bi navê Eyşe Hisen jî ber hatina cemahiyê kefxweşiya xwe wiha bi lêv dike: “ Di civaka me de cemahi gelek pîroze, xweşe. Di cemahiyan da hemû kes tên, heta  kal û pîrên me karibin rabin wê verin cemahiye. Em xwarinê çêdikin, bang millet dikin. Kesên ku nikarin bên ber cemahiyê di malê xwe de xêr çêdike. Gelek kes tê, bi hatina millet mirov gelek kefxweş dibe.”
 
'Ez cemahiya hemû kesan pîroz dikim 
 
Eyşe Hisen ji bo cemahiyen beriya fermanê wûha dibêje: “ Beriya fermanê cemahiyen me gelek xweşbûn, def  û zûrne bû, ferqe bûn, heta kesên ku temen mezin dîlan digirtin, xwe dixwemilandin, zêr û kofiyên xwe girêdidan,gelek bi kefxweşbûn. Lê mixabin piştra ferman çêbû. Lê dîsa geleme hatine li ser axa xwe ne. Ez cemahiya hemû kesan pîroz dikim. Em civaka Êzîdî em çar kes jî bimînin em dev ji orf û adetên xwe bernadin. Hevî û daxwezê min eve  ku yek jin û zarokekê Êzîdî di destê çeteyen DAÎŞ de nemînê rizgar bibe.”e
 
Em hêvî dikin cejnên me bi aramî derbas bibe'
 
 Aliya Mirad wiha got: “ Ez îro hatime Cemahiya Şebil Qasim,  cemahiye gelek xweşe. Em naxwezin çanda me Êzîdîya wenda bibe, em cemahiyen xewe û rojên xwe pîroz biparêzin.  Di cemahida mirov xelkê xwe bi kefxweşî dibine, şahi û dilan digrin mirov gelek bi wê şa dibe. Em her sal tên cemahiyen xwe pîroz dikin. Berıy a fermanê gel hin zêdetir dihat û kêfxweştir bûn. ”