Doza Nisêbînê didome: Dewlet ji mirinê berpirs e
- 16:45 27 Îlon 2019
- Rojane
MÊRDÎN-Darizandina doza Nisêbînê ya ku ev du sal in dest pê kiriye, didome.
Rûniştina 17 jê zarok 70 kesê ku di serdema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de di 26'ê Gulana 2016'an de hatin binçavkirin û piştre hatin girtin, didome. Îro jî rûniştina 5 kesî hat dîtin. Rûniştina ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dayin dewam kir.
Di destpêkê de rûniştina Sevda Delîl hat dîtin. Biryara dewamiya girtina Sevda hat dayin û rûniştina wê hat taloqkirin.
Piştre rûniştina Erkan Benli hat dîtin. Rûniştina ku parêzerên Erkan lê amade bû bi xwendina evrakên hatin dest pê kir. Parêzer Bergan Acun anî ziman ku îfadeya Erkan di bin îşkeceyê de hatiye dayin. Parêzer daxwaza tehliyekirinê nû kir.
'Dewlet ji mirinê berpirs e'
Erkan parastina xwe kir û wiha got:"Di destên me de çekên giran tune bûn. Çekên kîmyewî jî yên giran jî di destên polîs û leşkeran de bûn. Wan bajar hilweşandin. Polîs û leşker jî ji aliyê dewletê ve beşdarî şer bûn. Berpirsê vê yekê ne em in. Dewlet ji mirinê berpirs e. Ew ê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bi ser bikeve."
Biryara berdewamiya girtina Erkan hat dayin.
Piştre rûniştina Omer Karataş hat dîtin. Di rûniştina ku parêzer amade bûn evrak hatin xwendin. Omer anî ziman ku derbarê evrakên hatine gotinek wî tune ye. Parêzer jî parastin kir û dem xwest.
Omer anî ziman ku ew helwesta dozgeran qebûl nake. Dadgehê rûniştin taloqî 3'yê Cotmehê kir.
Girtyan SEGBÎS qebûl nekirin
Piştre rûniştina Dilber Tanrikulu hat dîtin. Dilberê bi SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê nebû. Dozgeriyê muebet ji Dilberê re xwest.
Rûniştina Dilberê taloqî 21'ê Mijdarê hat kirin.