'Em ji bo tenduristiya baş a gel dixebitin'
- 15:40 27 Îlon 2019
- Rojane
Şêrîn Zêrevan- Rojda Seyidxan
QAMIŞLO - Bijîşkên jin ên ku beşdarî yekemîn Kongreya Yektîtiya Bijîşkan bûn, axivîn û gotin: "Em ê bê minetî dayik û xwişkên xwe tedawî bikin. Em ji bo tenduristiya baş a gel dixebitin."
Bi dirûşma "Bi zanabûna tendurstiyê ber bi avakirina civakeke ekolojîk û demokratîk ve" yekemîn Kongreya Yekîtiya Bijîşkan a herêma Cizîrê li bajarê Qamişloyê tê lidarxistin. Bijîşkên jin ên ku beşdarî kongre bûn nêrînên xwe parve kirin.
'Em tu caran dev ji gelê xwe bernadin'
Bijîşka Beşa Nexweşiya Jinan a bi navê Meriwa Mihemed têkîldarî kongreyê nêrînên xwe wiha anî ziman: "Cara yekem Kongreya Bijîşkan tê lidarxistin, ev jî cihê kêyfxweşiyê ye. Em vê kongreyê li hemû bijîşkan pîroz dikin. Armanca vê kongreyê, pirsgirêkên ku em dijîn binirxînin û derbas bikin. Em tu caran dev ji gelê xwe bernadin, ji bo wê jî çi ji destê me were, em ê pêk bînin."
'Em ê gelê xwe bigihînin tenduristiyek baş'
Bijîşka bi navê Nergîs Îsa wiha got: "Ev kongeya ku îro tê lidarxistin gavek pir pîroz e. Xwesteka me wek bijîşk ew e ku em gelê xwe bigihînin tenduristiyek baş. Em li gor derfetên heyî gelê xwe tedawî dikin. Pirsgirêkên ku em wek bijîşk dijîn, pêwist e divê kongreyê de çareser bikin. Em jî zarokên vê civakê ne, me tu caran xwe ji civaka xwe dûr naxin. Ji bo wê tendûristiya wan ji bo me girîng e û hewldana me ew e ku em gelê xwe ji nexweşiyan biparêzin."