Jinên li Amedê: Em yek kes jî kêm nabin
- 15:15 27 Îlon 2019
- Rojane
AMED - Platforma Jinan a Dîcle Amedê li dijî şîdeta li hemberî jina ku li nexweşxaneyê rastî şîdetê hatî daxuyanî da û da zanîn ku bi hezaran jin bi heman xetereyê re rûbirû ne û gotin: "Divê qanûnên ku hene bi lezgînî werin pêk anîn. Li hember qetlîama jinan divê bertek werin nîşandan. Edî em yek kes jî kêm nabin."
Jina ku li nexweşxaneya Selehedîn Eyûbî ya Amedê dixebitî, xwest zewaca xwe biqedîne lê di 23’yê îlonê de ji aliyê hevjîna xwe ve rastî şîdet û gefa qetilkirinê hatibû. Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) ji bo protestokirina van bûyeran li ber deriyê nexweşxaneyê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên DAKAP'ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Jinan Rosa, endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) û Egîtîm Sen'ê beşdarê daxuyaniyê bûn. Jinan di daxuyanî de pankarta 'Em yek kes jî kêm nabin' û 'Hevpeymana Stenbolê pêk bînin' hat vekirin û her wiha dirûşmên wekî “Jin jiyan azadî" û "Zilam dike, dewlet pişgirî dide” hatin berzkirin. Daxuyanî ji hêla hevseroka SES’ê ya Amedê Gunul Adibelî ve hat xwendin.
‘Polîs dereng hatin cihê bûyerê'
Gunul, di daxuyaniyê de qala daxwaza jina ku rastî êrîşê hatî kir û wiha dest pê kir: "Jina ku di pêvajoya qedandina zewacê de, li nexweşxaneya ku lê dixebitî de ji aliye hevjîna xwe ve rastî êrîşa bi kêr hat. Bi alîkariya xebatkarên nexweşxaneyê zilam tê dûrxistin û jina birîndar jî bi awayeke tesadufî ji mirinê rizgar dibe. Her wiha jina ku bernameya KADES'ê ku ji hêla Wezareta Karê Hindurîn ve ketiye meriyetê bikar aniye jî polîs piştî 45 deqeyan gihaştine cihê bûyerê. Lê mixabin 45 deqîqe ji bo jiyanek pir bi xetereye. Her wiha ev kes 2 roj beriya niha jî şîdetê bikaranî ye û ligel serî cihên fermî daye. Ligel biryara parastinê ji bo jinê hatiye dayîn jî dîsa ji êrîşa mêr rizgar nebûye û bi awayekî hêsan zerar daye jinê. Em baş dizanin ku hişmendiya zilam ya sîstemê ye. Şekle pêk anîna îşkenceyê jî ji ya sîstemê dûr nîne. Di berê de ji diyar kiribû ku ew şîdetekî sîstematik re rûbirû dimîne. Piştî gilî hatiye kirin hatiye binçavkirin lê piştre serbest hatiye berdan.”
‘Qanûna 6284'an û hevpeymana Stenbolê tune tê hesibandin’
Gunul, da zanîn ku bi hezaran jin bi heman xetereyê re rûbirû dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevahî tiştên ku me rêz kirine silsileya qetlîama jinan a ku her roj em dibînin tenê dîmenek e. Em bi vê bûyerê re carek din dibînin ku qanûna 6284'an û hevpeymana Stenbolê tune tê hesibandin. Bi hezaran jinên ku bi heman xetereyê re rûbirû ne nayên parastin. Em carek din tînin ziman ku şîdeta zilam ji polîtîkayên dewletê pêk tê. Qadek wisa tê afirandin ku zilam bi cesaret dibin, şîdetê li hemberî jinê bikartînin."
'Li dijî qetlîaman bertek nîşan bidin'
Gonul, da zanîn ku wekî rêxistinên sivîl, rêxistinên jinan û rêxistinên mafê jinan di wî astî de ne ku êdî naxwazin bi mijarên ku jin hatine qetilkirin rêz bikin û wiha got: "Divê qanûnên ku hene bi lezgînî werin pêk anîn. Li hember qetlîama jinan divê bertek werin nîşandan. Em li vir bang dikin em kesek din jî kêm nabin.”
‘Şîdeta li hember jinê polîtîk e’
Bi dawîbûna daxuyanyê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Salîha Aydenîz mafê axaftinê girt û wiha got: “Cihê şîdet lê pêkhatiye nexweşxaneya dewletê ye. Rojek derbaz nabe ku em bi şîdet, qetlîamê û tacîzê re rûbirû neyên. Bi hezaran jin tên qetilkirin û bi hezaran jin rastî şîdetê tên. Ka em ê çawa tevbigerin, bikenin, rê biçin. Dema jin li dijî pergal û rêgezan derdikevin dibin, şîdeta li hemberî wan jî meşrû tê nîşandan. Ji ber wê yekê şîdeta li hemberê jinê polîtîk e. Em jin li hemberê van kiryaran van gotinan tû carî serî natewînin. Em ê her roj li qadan daxwaza mafê xwe bikin, em bêdeng nemînin.”