Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
- 13:52 27 Îlon 2019
- Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan.
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasî Mazlum Dînç ji bo roja duşemê biçin Girava Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatên girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş yên li gel Ocalan dimînin jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serî li heman serdozgeriyê dan.