Nobeta Demokrasiyê ya Wanê di roja xwe ya 40'emîn de didome
- 13:47 27 Îlon 2019
- Rojane
WAN - Nobeta Demokrasiyê ya Wanê ya ku li dijî tayinkirina qeyûman hat destpêkirin ket roja xwe ya 40'emîn.
Ji aliyê Wezareta Karê Hundur ve di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên Mêrdîn, Amed û Wanê hatin kirin. Nobeta Demokrasiyê ya Wanê ya ku li dijî tayinkirina qeyûman hat destpêkirin ket roja xwe ya 40'emîn. Nobeta Demokrasiyê ya Wanê li ber avahiya HDP'ê ya Îpekyoluyê hat kirin. Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Murat Sarisaç, Muazzez Orhan, Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Mensur Işik, Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglu, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmir, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avci, Hevserokên şaredariyê navçeyan ên Wanê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek endamên meclîsan beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de parlamenterê HDP'ê Erol Katircioglu axivî. Erol diyar kir ku îktidara niha nikare pêvajoyê bi rê bibe û divê bi rêyên demokratîk pirsgirêk bên çareserkirin.
Çalakî bi dirûşmên "Bêdeng nemîne ger tu bêdeng bimînî dê dor were ser te","Bijî berxwedana Wanê","Hevserokatî xeta me ya mor e" bi dawî bû.