Ew ê li Çînê beşa zimanê Kurdî bê vekirin

  • 12:10 27 Îlon 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komara Gel a Çînê bi hewldanên xwe armanc dikin ku li Zanîngeha Çînê beşa zimanê Kurdî bê vekirin. Konsolosê Çînê yê Herêma Federe ya Kurdistanê Nî Rûchî diyar kir ku amadekariyê dikin li zanîngeheke mezin a Çînê "Beşa Zimanê Kurdî" vekin.
 
Komara Gel a Çînê ku di salên dawîn de têkiliyên xwe yên bi kurdan re bi pêş xist û li Herêma Federe ya Kurdistanê kosolxane vekir, ji bo zimanê kurdî gaveke girîng davêje. Li zanîngeheke mezin a Komara Gel a Çînê  "Beşa Zimanê Kurdî" tê vekirin. Konsolosê Çînê yê Herêma Federe ya Kurdistanê Nî Rûchî ku sal û nîvekê ye li Hewlerê kar û barên fermî yên Komara Gel a Çînê dimeşîne têkildarî mijarê axivî û ev agahî da: "Di meha pêşiya me de em ê li Zanîngeha Salahaddînê "Beşa Zimanê Çînî" vekin. Piştî vê yekê em ê li zanîngeheke mezin a Çînê jî "Beşa Zimanê Kurdî" vekin."