Li dijî dorpêça 72 rojan berxwedana dayikan didome
- 12:06 27 Îlon 2019
- Rojane
MEXMÛR - Berxwedana Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê 27 roj li pey xwe hişt. Rayedarên hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê heta niha tu bersiv nedaye daxwazên dayikan.
Piştî bûyera 17’ê tîrmeha 2019’an a li restoranta Hoqqabaz a Hewlêrê ku têde yek ji berpirsê MÎT’ê Osman Kose hate kuştin û şûnde bi destê asayîşa PDK’ê û rêveberiya hikûmeta Herêma Federal Kurdistanê ve li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ambargo hatiye danîn û rê nayê dayîn nexweş jî di nav de tu kes ji wargehê derbasî bajarên Herêma Federal a Kurdistanê bibin.
72 roj in dorpêç didome
72 roj in dorpêç û ambargoya ku rêveberiya Herêma Federal Kurdistanê danî li ser Wargeha Mexmûr berdewam dike. Rojane nexweşên pêwîstiya wan bi çûyîna Hewlêrê heyî, tên asteng kirin. Dermanên li nexweşxaneyê kêm bûne û bi sedan karker jî nikarin biçin ser karên xwe.
Pêwistiya dayikan bi bijîşkan heye
Ji bo rakirina vê dorpêçê Dayikên Aştiyê yên Wargeha Panaberan a Mexmûrê tevî şert û mercên dijwar jî 27 roj in li seyteraya PDK'ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiyê de ne. Dayik şev û roja xwe li wir derbas dikin. Asayîşa PDK rê nade xwarin û vexwarin jî ji bo dayikan biçe û tîma destûrê jî serdana dayikan bike. Hêjayî gotinê ye di hefteya destpêkê de dayikek nexweşbibû û rakiribûn nexweşxaneyê. Niha jî dayikên li wir pêwestiya wan bi dixtoran heye lê asayîş rê nade kes serdana wan bike.