Çîçek Otlu: Li Sîncanê tecrîda giran tê jiyîn

  • 09:12 27 Îlon 2019
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE- Di rojên borî de Seroka Giştî ya berê ya ESP’ê Çîçek Otlu tahliye bû û diyar kir ku li girtîgeha Sîncanê tecrîd bi awayekî giran tê jiyîn û got bi zextan dixwazin hem îradeyê bişkînin û hem jî serî pê bidin tewandin.
 
Hevseroka Giştî ya ESP’ê ya berê Çîçek Oltu ji doza ku dihat darizandin du sal û nîvan girtî ma û di rojên borî de biryara tahliyeya wê hat dayîn. 8’emîn runiştina wê ya li 25’emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Edliyaya Çaglayan a Stenbolê hat dîtin, ew û hevalên wê yên nûnerên partiyê hatin tahliyekirin. Runiştina wê ya din di meha Sibatê de wê bê dîtin. Çîçekê pêvajoya girtinê û geşedanên rojevê nirxand.
 
‘Tecrîd bi awayekî giran dihat jiyîn’
 
Çîçekê diyar kir ku bi girtina wê ya dawî re bi giştî 5 caran girtî hatiye darizandin û got yek ji girtîgehên herî xerab ya lê maye girtîgeha Sîncanê bûye. Çîçekê got girtîgeh hem ji ber li Enqereyê bûye û hem jî herêmek pîlote hinek pêkanîn li vir dihatin meşandin û wiha got: “Sîncan yek ji girtîgehên ewlehiya bilind ya jin lê dimîne ye. Li Tîpa F çi pêk tê li wir jî pêk hat. Hemû pêkanînên OHAL’ê ji xwe hebûn. Tecrîd bi awayekî giran dihat meşandin. Bi taybet ji dema ku pakêta reformê tê nîaşkirin heta niha înfaza hevalan hat şewitandin û nehiştin bên tahliyekirin. Di silavdayînê de jî ceza dihatin birîn. Di korîdorê de nedixwestin kes li hev binêre. Yanî silav qedexe bûn. Ev hemû digirtin çarçoveya dîsîplîn û îdarî. Bi van pêkanînan hewl didan îradeyê bişînin û serî bidin tewandin.”
 
‘Îrade û coş di asta herî jor de bû’
 
Çîçekê bi lêv kir ku terza jiyana komun, xwendina pirtûkan, perwerdehiyan seknek xurt bixwe re dianî û wiha pê de çû: “Grevên biçîbûnê yên li girtîgehan hatin meşandin moral, îrade û coş derxist asta herî jor. Min jî di vê pêvajoyê de 15 rojan piştgirî da grevê û ketim grevê. Hem berxwedanek mezin heye, hem jî şikandina tecrîda li Îmraliyê di rojevê de bû. Li aliyê din jî gotinên aştî û azadiyê hêza berxwedana mezin bû. Min rojiya mirinê ya 96’an jî ya 2000’î jî dît. Ez wê demê jî di girtîgehê de bûn. Min şahiya yek ji berxwedanên herî mezin ya li girtîgehan kir.”
 
‘Jiyan ji kolektîfa jinan pêk dihat’
 
Çîçekê di berdewamiyê de wiha got: “Em bi terza jiyana komun tevdigeriyan û ev jiyan jî ji kolektîfa jinan pêk dihat. Beriya grevên birçîbûnê em demek dirêj li ser Jîneolojiyê xebitîn. Vê jî bandorek xurt kiribû. Têkilî gelek baş bûn û motîvasyona sohbetê zêde dikir. Hawira me ji ber gelek siyasî bû, aliyê wê yê xurt jî hebû. Hevdîtînên me yên bi derve re û name gelek girîng bûn.”
 
‘Mirov di hedefa desthilatdariyê de ne’
 
Çîçekê daxuyakirin ku bi hevseroka gitşî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag re gelek jin li girtîgehê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Binêrin, AKP’ê dest bi tunekirina hemû destkeftiyên jinan kir. Bivê dixwaze vê peyamê bide; Tu serî netewînî, tu li hember mêrê li malê serî netewînî, li hember bav serî netewînî, tuyê şîdetê bibînî, bê kuştin. Ji alî me de, ji jinên rêxistinkirî re dibêjin ku;Ji bo astengkirina rêxistinbûna têkoşîna azaiyê ez ê te bi salan di girtîgehê de bigirim. Hinek gotinên Fîgen Yuksekdagê siyaseta mêr nerehet kir. Siyasetmedarên jin yên bi rumet li ser piyan disekinin, hedef digirin. Bi hedefgirtina Fîgenê hemû siyasetmedarên jin hedef digirin. Li girtîgeha ez dimam, hevserok hevşaredar pir bûn. Hevserokên mêr piranî tahliyekirin. Lê pêvajoyeke tolgirtinê ya cezakirina hevserokên jin hat jiyîn. Dizane em siyasetê dikin û hewl didin me bêdeng bikin. Me hemû jinan li hev kir ku em ê xurt bin.”
 
‘Di tayînkirinên qeyûm de herî zêde jinan serî rakir’
 
Çîçekê balkişand ser berxwedana ku Leylayê daye destpêkirin û ev tişt bi lêv kir: “Berxwedana Leylayê da destpêkirin, herî zêde ji aliyê Dayikên Aştiyê ve piştgirî dît. Di tayînkirina qeyûman de jî dîsa dengê herî bilind jinan derxist. Di salên dawî de destkeftiyên herî mezin dîsa jinan bidest xist. Li dijî qanûna tecawizê dîsa dengê herî xurt ji jinan hat.”
 
‘Berxwedanê pêşî li tayînkirina qeyûmên li bajarên rojava
 
Çîçekê balkişand ser tayînkirina qeyûman û daxuyakirin ku gel li dijî tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê bi awayekî xurt deng bilkind kiriye û vê jî pêşî li tayînkirina qeyûman a li bajarên rojava girtiye. Çîçekê destnîşan kir ku yek ji hincetên girtina wê ev bû ku di çalakiyên Dayikên Şemiyê de daxwazkirina cezakirina kujerên windayan bû û ev tişt bi lêv kir: “Polîtîka AKP’ê dûruye. Çalakiyên dayikên Şemiyê bi hincetên cuda asteng dikin. Qada Galatasarayê li wan girtin. Yekane daxwaza wan dayikan, dîtin gorên zarokên wan bûn. AKP’ê got ‘Ez qebûl nakim. Ez we ji vir radikim’.Lê AKP’ê wisa dûrûye, niha hinek malbat şandine ber derê HDP’a Amedê. Û gotin ku daxwaza van dayikan ev e. Wê demê em jî dibêjin ku ‘Daxaza Dayikên Şemiyê jî ev e.”
 
‘Heta pirsgirêka kurd çareser nebe wê tu tişt çareser nebe’
 
Çîçekê balkişand ser tifaqa demokrasiyê ya di rojeva HDP’ê de ye û nîqaşên Destureke Bingehîn ya Demokratîk û bi lêv kir ku AKP di siyaseta navneteweyî de xitimiye û heta ku pisgirêka Kurd çareser neke, ne siyaseta navneteweyî û ne jî aborî wê çareser bibe. Çîçekê wiha berdewam kir: “Her wiha pakêta reformê ya ku ji aliyê desthilatdariyê ve tê amadekirin jî nîşaneya ku ketiye tengezariyê. Destilatdarî di rewşek tengezar de ye. Hilbijartinên herêmî nîşaneya vê ye. Destura bingehîn bi nivîsandinê naguhere. Divê di pratîkê de pêk bê.”
 
Çîçekê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser rewşa girtiyan û got: “Li wir tişta ku herî zêde hewcedarî pêk heye, zêdetir têkilî û şandina nameyane. Zanîbûna şert û mercên wan gelek girînge. Hevalên cezayên muebetê girtine hene. Tenê 4 saetan derdixin hewadankê. Têkiliya wan bi kesî re tune. Bi tu awayî bi me re dernediketin sohbet û sporê. Divê bi taybet bi wan re eleqerî pêk bê. Li gorî min divê hinek din em hestiyar tevbigerin.”