‘Stargeh divê ji bo zarokên ducanî modelek cuda pêş bixîne’

  • 09:10 27 Îlon 2019
  • Rojane
STENBOL - Seroka KÎKAP’ê ya Trabzonê Nîlgun Turan diyar kir ku zarokên di encama îstîsmara zayendî de ducanî dimînin, bicihkirina wan ya li stargehên jinan û navendên parastinê ne raste, divê li yek navendekê ji aliyê heman nexweşxane, heman doktor ve bê dermankirin.
 
Li gorî qeydên CÎMER’ê di 2017’an de û di 6 mehên ewil yên 2018’an de bi giştî di 18 mehan de 21 hezar û 957 zarok ducanî derbasî qeydan bûn. Zarokên di encama îstîsmarê de ducanî dimînin jî ji aliyê midûriyetên Wezareta Polîtîkayên malbat û civakî ve tên parastin, lê li stargehên jinan tên bicihkirin.
 
‘Divê ji bo zarokan modelek cuda bê pêşxistin’
 
Komeleya Platforma Jinên Pêşketî ya Behrareş (KÎKAP) der barê îstîsmara zarokan, pêşîgirtina şîdeta li ser jinan û wekheviya zayenda civakî de xebatan dimeşîne. Her wiha piranî ji bo zarokên ducanî yên li stargehan dimînin, xebatên modelek starbûnê ya cuda dimeşînin. 
 
Seroka KÎKAP a Trabzonê, Nîlgun Turan diyar kir ku ev koma zarokan, di nava jinên ku rastî şîdetê hatine de tên girtin û ji ber şert û merc ne li gorî wane, me daxwaz kir. Divê zarokên ducanî mane li yek navendekê bimînin û bi xebatkarên civakî re bimînin. Divê li qadeke ku dikaribin derkevin derve, xwarinên xwe bixwe çêbikin û cilên xwe bixwe bişon de bijîn. Divê heta welîdînê jî biçin yek nexweşxaneyê û ji aliyê yek doktorekî ve bên dermankirin. Divê modelek wisa ji bo wan hebe û piştgiriya psîkolojîk jî bibînin.”
 
‘An jî wê travma bi dehan carî bê dubarekirin’
 
Nîlgunê destnîşan kir ku demên berê navenda wisa hebû, wek ‘stargeha zarokan’ derbas dibû û niha jî bûye ‘navenda piştgiriya zarokan’. Nîlgunê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev mînaka li Îzmîrê pêk hatiye, me li Samsun û Trabzonê bi mînak pêşkêşî wezaretê kir. Bi vê wesîleyê navendek piştgiriya zarokan ya niha 22 zarok lê stirîne me vekir. Ger li navendên piştgiriyê nemînin, wê her carê biçin doktor û nexweşxaneyên din. Her carê wê rastî pirsên ‘kê kir, çawa kir’ bên. Bi dehan carî travma mijara gotinê ye. Ev zarok ji xwe 10 deqeyan carê digirîn. 10 deqe carê dikenin. Rewşa rih ya guherî heye. Hewldanên întîxarê hene. Tişta hatiye serê wan baş fêm nakn. Zayendê baş nizanin. Ducaniyê baş nizanin. Nizanin ku bebeka tê dinê çi bikin. Em ji wezaretê dixwazin ku modelek starbûnê ya cuda ji bo van zarokan bê pêşxistin.
Nîlgunê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya Peymana Stenbolê jî û destnîşan kir ku hemû saziyên jinan dixwazin ku ev peyman pêk bê.