Çavên Ceylanê hîna li me dinêre…
- 09:09 27 Îlon 2019
- Rojane
Nişmiye Guler - Rengîn Azîzoglu
AMED - Di 10 salên ku bêyî Ceylanê derbas bû de ne kujer hatin dîtin ne jî berpirs. Çavên Ceylana 12 salî di yekane kareya wêneyê wê de 10 sale li me dinêre. Dayika Ceylanê, Salîha jî 10 sale dixwaze kujerên keça wê bên cezakirin û her wiha daxwazek wê ya din heye; aştî…
10 sal berê di 28’ê îlonê de Ceylan Onkol li navçeya Licê ya Amedê li mezra Xambaz a Şenlîk dema pezê xwe diçêrand bi topa hewanê hat qetilkirin. Dozger ku bi hinceta ewlehiya can neçû cihê bûyerê, cenazeyê Ceylanê 6 saetan li erdê mabû. Tevî 10 sal di naberê de derbas bû ne kujer hatin dîtin ne berpirs. Me îsal biryar da ku ji bo em Ceylanê bi bîr bînin biçin gundê Dolek ya malbata Ceylanê lê dimîne. Me xwest em gundê Ceylanê lê hatiye dinê bibînin û bi dayika wê re 10 salên derbas bûye biaxivin.
Mirov kelecanî dibin
Roja em diçûn, em gelek kelecanî bûn, me digot divê em mafê vê serdanê bidin. Me alavên xwe hemû kontrol kir û bi taybet me got divê tu kêmasî tune be, em ber bi Licê ketin rê. Nokteyên polîsan yên çend kîlometre şûnde bala me dikşînin. Seranserê rêwitiyê de em li ser nûçeya xwe ya ku çêbikin kûr bûn. Di tabelayan de hinek gund tên nîşandan. Çawa em nêzî gund bûn, kelecana me jî zêde bû.
Em hatin cem malbata Ceylan Onkol
Xaniyên bi sîwane yên ku di pîrtûkên me yên dibistanê de cih digirin û di wêneyên me xêz dikirin de cih digirtin me pêşwazî dikin. Li gund ber her xanî dar û baxçe hene. Em demekê li gund geriyan û em li ber mala wan sekinîn. Ji xaniyê ku ber derê wan nû hatibû paqijkirin dengek hat. Me hewl da em fêm bikin. Jina bi navê Kezîban di telefonê de li ser banê xwe diaxivî û digot çavên we ronî. Em li ser vê hinek rehet bûn. Cîran jî derketin paceyên xwe û li me pirsîn. Gotin ‘xêr be ciwano hûn li kê dipirsin?’. Me got ‘em hatin malbata Ceylan Onkol, mala wan kîjan e?’. Kezîbanê got ‘werin vir, dayika Ceylanê li mala me ye’. Dema em ji mala wan derketin Kezîbanê got xizmê me ji girtîgehê berat kiriye û ji ber vê kêfxweş bûne. Mala wan wek cejnê bû.
‘We em carek din birin wê rojê…’
Dayika Ceylanê, Salîha û xizmên xwe me bi germahiyek mezin pêşwazî dikin. Em li şaneşînê bi hev re rûniştin û gûz û sêvên nû kom kiribûn anîn ji me re. Me xwe da naskirin û me got em ji bo nûçeya Ceylanê çêbikin hatine. Di carekê de hestiyariyek çêbû. Malbat li vê rewşê ne biyanîbû, ji ber gelek caran roportaj dane. Em dest bi sohbetê dikin. Piranî hevalên lîstikê yên Ceylanê bûn. Dema mijar dibû Ceylan xemginiyek çêdibû. Em gotinên ‘Me tu car Ceylan ji bîr kir, lê we îro dîsa em birin wê rojê’ dibihîstin. Dotmama Ceylanê got ‘Ceylanê hûn niha bidîtana tu car nedihat cem we, ji ber gelek şermok bû’. Roja teqîn çêbûye hemû xizmên Ceylanê çûne cihê bûyerê û bedena wê ya parçebûyî dîtine.
Cenazeyê wê 6 saetan li erdê maye û piştre gundiyan bi betaniyan rakirine û birine qerekolê. Dozger û fermandarê qerekolê bi hinceta ewlehiyê neçûbûn cihê bûyerê ji ber vê hîna bertek tê nîşadan. Dotmamên wê wiha gotin ‘Bedena parçebûyî ya Ceylanê anîn baxçeyên me. Kes nêz nedibû. Cenaze wê bihata şuştin lê kesî cesaret nedikir.’ Hemû pismam û dotmamên Ceylanê digotin ‘Ceylan gelek jîr û şermok bû, ji sewalan pir hez dikir’. Me bavê Ceylanê pirsî, lê gotin ew niha li mezraya ku Ceylan lê hat qetikirin sewalan diçêrîne.
Li her derê malê çavên Ceylanê…
Me ji dayika Ceylanê re got em dixwazin xaniyên ku keça wê lê mezin bûye bibînin. Niha li wî xanî kur û bûka wê dimîne. Salîha me naşkîne û dibe wê malê. Di têketina xaniyê bi keviran hatiye çêkirin de wêneyê Ceylanê yê tu car ji hişê me naçe hatiye daliqandin. Ji girtîgehan jî wêneyên Ceylanê hatiye xêzkirin û şandin. Li her derê çavên Ceylanê…Me pirsî ka wêneyekî din yê Ceylanê heye an na. Dayika wê got ‘ tenê wêneyekî Ceylana min heye. Di wir de hîna 7 salî ye. Qerteke hebû, wêne tê de hebûn lê winda bû. Tenê wêneyekî Ceylana min ma..”
‘Lîfên ku Ceylanê çêkir mane’
Em pirsa ‘ji Ceylanê alav man an na’ dipirsin û dayika wê jî got hemû alavên Ceylanê dane hevalên wê yên li gund, lê lîfên ku Ceylanê bi destên xwe çêkiriye, nedane kesî û veşartine. Me xwest em wan lîfan bibînin, dayika wê çû odeyê anî. Êşek mezin ket dilê me hemûyan. Poşet vekir û got ‘Ev hemû Ceylana min çêkirine. Gelek jîr bû. Bixwe fêr bûbû. Di 12 saliya wê de qetil kirin. Bila xwedê mafê wê ji wan re nehêle.’ Çend laçikên sipî jî ber çavê me ket, me pirsî got Ceylanê ev ji Amedê girtine, ji ber bîranîna wê ev jî veşartine.
‘Ceylana min wek ferîşteyekê bû’
Salîha diyar dike ku roja Ceylanê hatiye qetilkirin tu car ji bîra wê naçe. Salîha 45 rojan di beşa lezgîn de maye. Êşa wê ji çavên wê tê fêmkirin. Salîha der barê keça xwe de wiha dibêje: “Ceylana min wek ferîşteyekê bû. Me çi bigota wê dikir. 4 çêlekên me hebûn. Di 10 deqeyan de didot. Her karê mala me dikir. Cil dişuşt. Ji tiştekî nedireviya. Kuranê Kerîm 3-4 caran qedand. Zarokên me hemû li alî Ceylana min li alî bû. Me hemûyan jê hez dikir. Biçûka malê bû. Ji dibistanê hez dikir. Digot ‘ez ê bibim dozger an jî dadger’.
‘Ceylana min çû’
Salîhayê di berdewamiyê de wiha got: “Wê êvarê min hevîr kiribû. Hat cem min got ‘Ez ê nan çêkim’. Du nan çêkir. Dibistana wê hebû. Min got tu çima neçûye dibistanê? Vegeriya got ‘ders tune bûn. Ez ê bizinan bibim biçêrinim. Tu neçe. Dilê min diçe meqerne, tu meqerne çêbike ez ê biçim’. Çû serê xwe girê da û şebqeyê xwe girt û derket. Lepên xwe girt. Goreyên xwe li xwe kir. Min jî meqerneyê wê da ser. Bayekî gelek bi şîdet hebû. Piştî demekê dengê teqînek mezin hat. Ez derketim derve. Min bang li cîrana xwe kir. Piştre ez dîsa ketim hundir. Cîrana me vê carê bang min kir. Got ‘tiştek hat avêtin, di nav bizinên we de teqiya’. Min got ‘Ceylana min çû û ez derketim’.
‘Ma dayikek kezeba zaroka xwe dixwe qey?’
Min bang li birayên wê kir. Em hemû çûn cihê teqînê. Em dema gihaştin wir, birayê wê kazaxê ser xwe avêtibû ser Ceylanê. Bi min girt, got neçe. Min got ‘berde ez diçim, biçe agahî bide bavê xwe’. Min çû Ceylana xwe hembêz kir. Xizmên me hatin wir. Xwestin ji nav lepê min bigirin. Min demek dirêj berneda. Kezeba wê li her derê belav bûbû. Min çû xist nav eteka xwe û kom kir. Min navberekê kezeba wê xist devê xwe. Gelo dayikek kezeba ewlada xwe dikare bike devê xwe. Min girt û da ser sînga xwe. 6 saetan Ceylan li erdê ma. Ji rayedaran kes nehat. Em piştre çûn qerekolê. Min ji fermandar re got çima hûn nehatin. Got ‘em nikaribûn bihatana’. Min got xwedê ji wan re nehêle, kê kiriye bila jê re nehêle. Fermandar got ‘tu ji me re dibêjî’. Min got ‘kê kuştiye bila xwedê ji wan re nehêle’.
‘Pereyê wan ne pêwist e’
2’emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê biryar da ku ji bo malbata Ceylanê 28 hezar û 208 lîra 85 kuruş tezmînat bê dayîn û tezmînata manewî jî hat redkirin. Ji bo jiyana Ceylana 12 salî evqas pere hat pêşkêşkirin. Salîha bal dikşîne ser vê jî: “Em ne birçîne. Em pereyê Ceylanê naxwazin û rûnanin. Yekane derdê me ev e ku kujer bên dîtin. Pere ji me re pêwist e. Em tu car pere qebûl nakin. Bi cezakirina kujeran mafê Ceylanê dikare bê dayîn. Wê demê wê dilê min rehet be. Em tu car dest ji bana xwe ya aştiyê jî berdandin. Bila êdî Ceylanên din nemirin.”
Di vê navberê de jinbira Ceylanê jî çavên wê tije rondik dikeve hundir. Wiha dibêje: ‘Ceylan bo me cuda bû. Min navê Ceylanê jî bi Kurdî Xezal li keça xwe danî. Dema Ceylan hat qetilkirin, ez ducanî bûm.
Serdana gora Ceylanê
Piştî sohbetê şûnde em bi Salîhayê re diçin ser gora Ceylanê ya li mezra jor a gund. Çawa em çûn ser gorê Salîhayê got ‘Ceylana min ez hatim’. Demek dirêj gora wê hembêz kir, maçî kir û dua kir. Gora wê paqij kir.
Dema em ji ser gorê veqetiyan êşa Salîhayê ji çavên wê dihat dîtin, ji rûyê wê ji gotinên wê. Piştî serdana gorê em xatir ji wan dixwazin û ji gund vediqetin.
Dema em ji gund veqetiyan pirsa bi me hemûyan re çêbû ev bû: “Çima ev êş li vê dayika ku 10 sale diwaze kujerên keça wê bê dîtin, tê jiyîn?’