Ji leşkeran tehdîd: Hûn neçin wê her tişt bê serê we

  • 09:07 27 Îlon 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Omeryanê di meha dawî de ji ber pevçûnê hatin jiyîn, aloziya li herêmê didome. Gundiyan diyar kirin ku piştî qedexe hatiye rakirin cenderme li gundan geriyane û bi gotina ‘ji van deran biçin, her tişt dikare bê serê we’ hinek malbat tehdîd kirine.
 
Li herêma Omerya ya di navbera bejahiya navçeyên Omerî û Nisêbînê ya Mêrdînê de, di 7’ê îlonê de operasyon dest pê kir û di navbera yekîneyên Tevgera Taybet a Polîsan (POH) û Tevgera Taybet a Cendermeyan (JOH), cerdevan û HPG’iyan de pevçûn hatibû jiyîn. Midûrê Şaxa POH a Mêrdînê Tufan Kansu jiyana xwe ji dest dabû. Ji aliyê walîtiya Mêrdînê ve jî li gundê Cînata Muho, Cînata Hîso ya Nisêbînê û gundên Haciyan û Yestê ya Omeriyan qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Piştî qedexeyê Fermandariya Cendermeyan keyayên gund li Omerî kom kir û hat îdiakirin ku keya tehdîd kirine. Li gorî agahiyên hatine girtin cendermeyên li gundan digerin bi gotina ‘vir terk bikin, wê her tişt bê serê we’ hinek malbat tehdîd kirine.
 
Ewil keya piştre gundî tehdîd kirin
 
Piştî pevçûnan, bendewariya cendermeyan a li herêmê didome. Hat diyarkirin ku piştî pevçûnê di 12’ê îlonê de Fermandariya Cendermeyan a Omerî bi telefonê li 15 keyayên gundên herêma Omeryan geriyaye û keya di bin rojê de dane sekinadin û tehîd li wan kirine. Hat gotin ku tehîda ‘Hûn ne ji me ne, li her gundêîsîxurên me hene’ li gundiyan kirine.
 
Sê malbatan gund terk kirin
 
Hat destnîşankirin ku cenderme bi taybet çûne ber deriyên hinek malbatan û gotine ‘Ji vir biçin em carek din we bibînin wê tişt bê serê we’. Hat gotin ku malbateke ji gundê Metîna ji ber tehdîdan ji gund koç kirine. Her wiha li du gundên din jî malbatan koç kiriye û bi giştî 3 malbatan koç kirine. Her wiha gundî piştî operasyonan bi rehetî nikarin biçin nav rez û baxçeyên xwe. 
 
Welatiyan da zanîn ku ji ber şewatan ji rez û baxçeyên xwe kêm berhem girtine û got: “Me îsal ji rezên xwe tiştek negirt. Ji ber şewatan axa me hişk bû. Her sal ev dibe. Berhemê me ji ber şewatê hemû hişk dibin.”