'Abdullah Ocalan xwe bi fikir û ramanên azad her xwedî kir'
- 09:03 27 Îlon 2019
- Rojane
Fîdan Abdullah
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dîtine hest û kêfxweşiyên xwe wiha vegotin: "Kêliyên ku me bi Serokê xwe re derbas kiriye tu carî ji bîra me naçe. Em dildarên fikir û ramanê Rêberê xwe ne. Abdullah Ocalan xwe bi fikir û ramanên azad her xwedî kir."
Jinên Efrînê yên dema Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê Helebê diçin gel wî, hestên xwe anîn ziman. Jinan gotin:"Em gelekî bi sîûd bûn ku me Rêberê xwe dît. Em gelek tişt ji Rêberê xwe hîn bûn. Rêberê me hêviya azadî û aştiyê ye."
'Bi xwendina pirtûkên Serokatî tevlî kar û xebatan bûm'
Jina bi navê Hiyam Muhemed a 50 salî û ji navçeya Raco ya Efrînê ye, wiha got: "Di destpêkê de me qet mafê xwe nas nedikir û bi taybet jî jin, tenê ji mal û malbetê re dixebitî. Lê piştî xwendina min pirtûka Serokatî ya ‘Berxwedan Jiyan e’ bi rêya wê ez bi fikrên Serokatî bi bandor bûm. Di sala 1988’an de min biryar da ser şopa pakrewanên xwe bimeşim û tevlî kar bibim, wê demê min karê cebhewî dikir, tevî ez dayeka 5 zarokan bûm jî, lê dîsa min berxwedana xwe domand.”
‘Heya mirinê ez wê kêliyê ji bîr nakim’
Hiyamê di dewamiya axaftina xwe de kêliyên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re derbas kiriye wiha anî ziman: "Em çiqas hestên xwe bînin ziman kêm e, ji ber ku hest û kêfxweşiya me dema me Serok Apo dîtiye gelek mezin e. Di sala 1997’an de li Helebê min ronahiya çavê xwe dît, heya roja îro gotinên Serokatî di bala min de ye. Karê xwe ser fikira wî berdewam dikim. Dema min Rêber Ocalan dît hemû tirsa min çû û heya mirinê ez tu carî wê kêliyê ji bîr nakim."
'Em dayikên Efrînê li ser fikira Serok Apo xwe perwerde dikin'
Hiyamê teqez kir ku di şoreşê de perwerde girîng e û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Di şoreşê de perwerde girîng e weke nan û avê ye, her tim şoreşa ku tê de civakek perwerdekirî be ew civak bi ser dikeve. Serok Apo di hundirê zindanan de gelek pirtûk xwendiye û hîn jî dixwîne ji bo xwe û gelê xwe perwerde bike. Em dayikên Efrînê li ser fikir û ramana Serok Apo xwe perwerde dikin, ji ber Serok Apo mafê jinê diparêze."
'Ez serbilind im û min zarokên xwe fedaî xaka Kurdistanê kir'
Jina bi navê Zelîxe Feqî ya 67 salî ye û ji gundê Şîtka ya navçeya Mubeta Efrînê ye, qala naskirina xwe ya fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û wiha pê de çû: "Di sala 1978’an min fikrên Rêber Apo nas kir. Ez serbilind im û min zarokên xwe fedaî xaka Kurdistanê kir. Li Helebê me hin civîn ji gel re li dar dixistin û gel ziyaret dikirin ew yek jî bi fikra Serok Apo pêş diket.”
‘Gotinên Seroketî her wê di bîra me de bin’
Zelîxe wiha dawî lê anî: "Dema min Serok Apo dîtiye, qet min bawer nekir ku ez bi Serokê xwe re rûnêm. Gotinên Serokatî her û her di bîra me de ye dema dibêje ger kurdek li cîhanê nemîne ez ê artêşa xwe ji hemû pêkhateyan ava bikim, îro jî ev gotin cihê xwe ser rûyê erdê girtiye û hêza QSD’ê jî mînaka herî mezin e, hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne.”