Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Yenişehirê ji bo kampanyayê civiya
- 17:05 26 Îlon 2019
- Rojane
AMED - Di çarçoveya kampanyaya "Tu jî rabe ser piyan" Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Yenişehirê li Kuçeya Hevsela Navçeya Yenişehirê civîna malê pêk anî. Jinan di civînê de bangewaziya ji bo beşdarbûna meşa 28'ê îlonê kirin.
Çalakiyên Tevgera Jinên Azad (TJA) a di çarçoveya kampanyaya "Tu jî rabe ser piyan" dewam dikin. TJA ya ku 2 mehên kampanyayê li dû xwe hişt, dê di 28'ê Îlonê roja şemiyê de saet di 16.00'an de li Amedê meşekê li dar bixe. Jinên dê li Xaçerêya Cîhanê ya Navçeya Kayapinarê bên gel hevdu dê bimeşin Parka Rojava û li dijî sistema baviksalarî, xespa îradeyê dengên xwe bilind bikin. Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Yenişehirê li Kuçeya Hevsela Navçeya Yenişehirê civîna malê pêk anî. Jinan di civînê de bangewaziya ji bo beşdarbûna meşa 28'ê îlonê kirin.
Parlamentera HDP'ê Semra Guzel, Hevseroka Navçeyê ya HDP'ê Remziye Sizici, Aktivista TJA'yê Medine Ete û encamên meclîsê beşdarî civînê bûn. Semra Guzel a ku di civîna malê de axivî diyar kir ku dê jin bi têkoşîna xwe li dijî tundî û komkujiyên li ser jinan bibin bersiv.
'Qeyûman êrîşî destkeftiyên jinan kirin'
Semrayê got:"Heger em jin bikaribin bi hev re xwe birêxistin bikin em ê bikaribin bibin hêza çareseriyê. Zihniyeta qeyûman li dijî rêxistinbûyina jinê ketiye meriyetê. Hevserokên me yên jin hatin girtin û qeyûm dîsa xebatên jinan hedef digire. Çi dibe bila bibe em vê zihniyetê qebûl nekin û têkoşîna xwe bidomînin."
Piştre aktivista TJA'yê Medine Ete axivî û derbarê naveroka kampanyayê de agahî da. Medineyê hemû jin vexwend meşa ku ew ê di 28'ê îlonê de pêk were.
Civîn piştî sohbet û agahdariyê bi dawî bû.