Aktîvîstên TJA’yê çûn serdana jinên ku li zeviyan dixebitin

  • 17:04 26 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Di çarçoveya kampanyaya "Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan" xebatên aktîvîstên TJA'yê didome. Aktîvîstên TJA'yê berê xwe dan jinên ku li zeviyan dixebitin û pirsgirêkên wan guhdar kirin. 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya xwe ya bi navê “Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan" çûn serdana jinên ku li zeviyên Çînara Amedê dixebitin. Parlamentara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel, hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş û gelek jin tevlî serdanê bûn. 
 
Jinên di zeviyan de fasûlye kom dikirin piştî navbera nîvro li hev civiyan. Parlamenter Semra di navberê de axaftinek kir û bal kişad ser keda ku jin dide û wiha axivî: "Jin li malê, li dezgehên fermî û taybet û li zeviyan kedeke mezin didin. Lê keda jinan jî bi her awayî tê qetilkirin. Em li dijî vê yekî ne û em têkoşîna guherînê didin meşandin. "
 
Jinên ku li zeviyan dixebitin bal kişandin ser rewşa xebatên xwe û wiha gotin: "Em serê sibêhê di saet 07'an de dest bi kar dikin û heta 17.00'an dixebitin. Piştî ku li vir kar diqedê li malê jî xarin çêkirin û paqijî dest pê dike." Fadîme Dogan jî wekî jinên din li zeviyê dixebite û da zanîn ku 12 saetan dixwebidin lê tenê 60 TL digirin.