Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em ê xwedî li siyasetmedarên xwe derkevin

  • 15:36 26 Îlon 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a HDP'ê, li gelek bajaran beriya danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag bê dîtin, banga tevlîbûna danişînê kirin. 
 
Danişîna doza  Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag wê sibê li Enqereyê bê dîtin. Beriya sibê danişîn bê dîtin Meclîsa Jinan a HDP'ê li Edene, Sêrt, Êlih, Riha, Dêrsîm, Mêrsîn, Hatay û Ceyhanê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan di daxuyaniyê de bang li her kesî kirin ku tevlî danişînê bibin. 
 
Li Edeneyê banga tevlîbûnê hat kirin
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Edeneyê têkildarî danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag a ku sibê li Enqereyê bê dîtin, li pêş avahiya HDP'ê ya Edeneyê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural, diyar kir ku êrîşên li dijî destkeftiyên jinan, azadiya wan, jiyana wan û hebûna wan a di qada cemaweriyê berdewam dike û wiha got: "Jin bi hev re têdikoşin û li ber xwe didin. Em bang li hemû jinan dikin ku tev li danişîna Fîgenê ya sibê li Enqereyê bê dîtin bibin." 
 
Li Sêrtê beriya danişîna Fîgenê daxuyanî hat dayîn
 
Rêxistina HDP'ê ya Sêrtê jî beriya danişîna Fîgen Yuksekdag bê dîtin li avahiya HDP'ê ya Sêrtê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Siddik Taş, Hevserokê HDP'ê yê Sêrtê Serdar Batur û gelek kesên din tevlî danişînê bûn. Beriya daxuyaniyê gelek polîs kom bûn û li ser komê Kameraya Drone firandin. Li vir parlamentera HDP'e ya Sêrtê Meral Danış Beştaş, diyar kir ku Figen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji sala 2016’an heta niha girtî ne û wiha got: "2 hevserok ji heman dosyayê cara duyemîn tên girtin. Di hiqûqê de cihê vê yekê tune ye. Kesek ji heman dosyayê 2 caran nikare bê girtin. Îhtîmala ku sibê Fîgen Yuksekdag di danişînê de bê berdan ev biryar dane."  
 
Li Êlihê banga xwedî li derketinê hat kirin 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê li Êlihê jî li pêş avahiya HDP'ê ya bajar daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, Wekîlê Hevserokên HDP'ê Gucemal Erdinç, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê Aktîvîstên TJA u gelek kesên din amade bûn. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Baraşan, diyar kir ku Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş wekî kesên dîlgirtî tên darizandin û wiha got: "Tu hevî û bendewariyên me ji Komîsyona AKP'ê ya hiqûqê tune ye. Em wekî hêzên demokrasiyê dê têkoşîna demokrasiyê berdewam bikin. Em ê li siyaseta jinan û jinên ku siyasetê dikin xwedî derkevin. Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin jiyan azadi" bi dawî bû. 
 
Ji bo Fîgenê li Dêrsîmê daxuyanî hat dayîn 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Dersîmê jî têkildarî danişîna doza FîgenYuksekdag daxuyanî da. Meclîsê diyar kir ku ew ê doza Fîgen a mafdar li her qadê belav bikin qadên têkoşînê. 
 
Meclîsa Jinan a Rihayê banga têkoşînê kir 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Rihayê jî bi heman armancê li pêş avahiya HDP'ê ya Rihayê daxuyanî da. Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Adile Oncel, diyar kir ku bi girtina jinan peyamê dide jinên kurd û ewê tevî her tiştî têkoşîna xwe ya mafdar mezin bikin. 
  
Li Hatay, Mêrsîn û Ceyhanê banga tevlîbûna danişînê hat kirin  
 
Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Ceyhanê ya Edeneyê jî daxuyanî da û banga tevlêbûna danişîna dozê ya Fîgen Yuksekdag kir. Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrsînê jî li pêş avahiya HDP'êya Mêrsînê daxuyanî da. Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Zelal Onen, bang li her kesî kir ku sibê tev li danişîna Yuksekdag bibin. Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Hatayê jî bi heman armancê li pêş avahiya HDP'ê ya Hatayê daxuyanî da û xwest her kes beşdarî danişînê bibin.