Nobeta Demokrasiyê li Dêrika Mêrdînê pêk hat
- 14:20 26 Îlon 2019
- Rojane
MERDÎN - Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak di Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qayûm a li Mêrdînê hat lidarxistin de axivî û got: “Emê têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin.”
Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman ên şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat destpêkirin, di roja 39’an de li navçeya Dêrika Mêrdînê dewam kir. Çalakiya nobetê ya dibin dorpêça polîsan de dest pê kir. Parlamenter, hevşaredar, rêveber û endamên HDP'ê tevlî çalakiya îro bûn.
'Em ê berxwedana xwe mezin bikin'
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak, daxuyaniya nivîskî ya derbarê danişîna Hevseroka Giştî ya berê Fîgen Yuksekdag a sibe bê dîtin de, hatibû amadekirin xwend û wiha got: “Ev li dijî siyasetmedarên Kurd, şoreşger û beşên mûxalifî peyama berfirehkirina zextane û me ev peyam girt. Em jin jî, me vê peyama desthilatdariya serdest a zilam girt. Em ê li dijî vê têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin. Evê bibe sedema mezinkirina têkoşîna hevpar û piştevahiya jinê.”
'Em serî natewînin'
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam TAşçier jî di çalakiyê de axivî û wiha got: "Ev 39 roj in vîna gelê Kurd tê xespkirin. Bi tayînkirina qeyûman pirsgirêkên cîdî derketine holê. Berî 3 salan jî li ser vê axê qeyûm hebûn. Îro dîsa bi biryara Wezîrê Karê Hûndir qeyûm tayîn krin. Şaredariyên me yên deynê wan tunebû, qeyûman dibin deynan de hiştin. Em ê tim di feraseta welatekê demokratîk de bi israr bin. Em ê tu caran qeyûman qebûl nekin û em ê heya dawiyê têbikoşin. Em ê serî netewîn in.”
Daxuyanî û çalakî bi lêxistina çepikan û berzkirina dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Zext wê nekarin me têk bibin” bi dawî bû.