Li Wanê Nobeta Demokrasiyê ket roja xwe ya 39'an
- 13:30 26 Îlon 2019
- Rojane
WAN - Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayinkirina qeyûman a li Wanê ket roja xwe ya 39'an. Nobeta Demokrasiyê îro jî bi tilîlî û bi çepikan dewam kir.
Di 19'ê Tebaxê de ji aliyê Wezareta Karê Hundur ve qeyûm tayînî ser şaredariyên bajarên Wan, Amed û Mêrdînê bûn. Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayinkirina qeyûman a li Wanê ket roja xwe ya 39'an. Nobeta Demokrasiyê îro jî bi tilîlî û bi çepikan dewam kir. Parlamenterên HDP'ê Murat Sarisaç, Mensur Işik, Berdan Ozturk, Nûran Îmîr, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin ên Wanê yên ku dewsa wan qeyûm hatin tayinkirin, Bedia Ozgokçe û Mustafa Avci, Hevserokên navçeyan, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî nobeta demokrasiyê ya li ber Avahiya HDP'ê ya Navçeya Îpekyoluyê bûn.
Di çalakiyê de pankarta "Ne îradeya qeyûm, îradeya gel" hat hilgirtin. Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk axivî. Berdan diyar kir ku AKP bi kaos û şer xwe xwedî dike û têkoşîna wan a li dijî polîtikayên şer ew ê dewam bike.
Piştî axaftinan welatiyên ku dest bi nobeta rûniştinê kirin dirûşmên "Hevserokatî xeta me ya mor e","Em ê serî hildin û bi ser bikevin"Jin Jiyan Azadî" berz kirin.
Çalakiya rûniştinê bi stran, tilîlî û çepikan bi dawî bû.