Xwendekarên Gundê Jinwarê dest bi sala xwendinê kirin

  • 11:58 26 Îlon 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Li Gundê Jinwarê wek hemû herêmên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê dest bi sala xwe ya xwendinê kirin. 
 
Bi destpêkirina sala nû ya xwendinê li Bakur û Rojahelatê Sûriyeyê bi sîstema Netewa Demokeratîk ya Rêveberiya Xwerser, li gundê jin ê Jinwarê jî ku nêzî bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Hesekê ye, dest pê kir. Li Jinwar 20 zarok di dibstanê de dixwînin, 3 zarok ji wan ên gundên derdorê Jinwarê ne, 4 ref hene, du kurdî û du erebî ne. Niha du mamoste hene û hîn wê zêdetir bibin. Li gorî refan ders bi Kurdî, Erebî û Îngilîzî tê dayin. Dibistana ji saet heştan heta yekê piştî nîvro dewam dike. Biranşên saetên hûnerî jî hene. Xwendekarên gund li ser dibistana xwe ji jansa me re axivîn.
 
Sîmav Mustefa Qadir a 11 salî ye û diçe refa pêncan wiha got: "Dibistana me xweş e. Em bi zimanê kurdî dixwînin. Sibeha zû ji xew şiyar dibim û têm dibistana xwe. Em dixwînin û bi hevalên xwe re jî dilîzin. Çalakiyên hûnerî jî bi hev re çêdikin. Ez serkeftî me di xwendina xwe de û gelekî ji mamosteyên xwe hez dikim."
 
Waneyên hûnerî derfet didin şagirtan ku hunera xwe nas bikin
 
Salih Ferhad Ferho yê 12 salî jî dersên ku dibîne anî ziman û got: "Em waneyên Ziman, civak pirkarî û zanyarîyê dibînin. Her wiha saetên hûnerî jî hene. Dibistana me gelekî xweş e, ji hevalên xwe û mamosteyên xwe û gund gelekî hez dikim."
 
Newal Mûsa El-Qeseb jî ev yek got :"Dibstan pir xweş e û hevalên me bi hev re alîkar in. Waneyên me pir xweş in ji ber her kes bi zimanê xwe dixwîne. Waneyên hûnerî jî hene em gelekî bi wan kêfxweş dibin ku her kes hunera xwe bibîne."