Li dijî şîdetê kampanyaya Koma Jin bi hev re xurt in dest pê dike
- 11:55 26 Îlon 2019
- Rojane
STENBOL - Li Stenbolê Koma jin bi hev re xurt in, li dijî şîddet û kuştina jinê kampanyayeke dan destpêkirin. Kampanya dê 28'ê îlonê dest pê bike. Her wiha jin dê di çalakiya xwe ya yekem de çîroka 100 jinên ku hatine kuştin bixwînin.
Koma Jin bi hev re xurt in ya ku gelek rêxistinên jinan û jinên serbixwe pêk tê bi navê "Êdî tehamula me nemaye ku em nûçeyên cînayetan bixwînin" dest bi kampanyayê dikin. Ev kampanya wê heta 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta li hemberî Jinê bidome.
Kampanyaya jinan dê di 28’ê îlonê saet 14.00'an de li Kadikoya Stenbolê dest pê bike. Di çalakiyê de dê çîroka 100 jinên ku hatine qetilkirin bê xwendin. Rêxistinên jinan diyar kirin ku ji bo ew serî li hemberî vê pergalê rakin dê bicivîn.
Jinan wiha bang kir: "Her çiqas pişta kujeran were mizdan û bibêjin ‘Nabe ku mirov têkeve navbera jin û mêran’ jî ji bo şîddeta bi destê mêran were diyarkirin, ji bo ku jiyaneke li dijî şîddetê were avakirin, ji bo bicihanîna Peymannameya Stenbolê tu jî were û tevlî çalakiya me bibe.”