'Em bang li hemû jinan dikin ku tevli meşê bibin'
- 11:45 26 Îlon 2019
- Rojane
Berîtan Canozer
AMED - Di çarçoveya hemleya "Tu jî rabe ser piyan" de di 28'ê Îlonê de wê li Duryana Dunya ji aliyê TJA'yê ve meş bê lidarxistin. Aktîvîsta TJA'yê Huya Alokmen bang li jinan kir û wiha got: "Em bang li hemû jinên li dijî pergala bavisalar bi bertek ku guhertinê dixwazin dikin ku tevli meşê bibin."
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçovyea kampanyaya "Tu jî rabe ser piyan" de çalakiyên xwe yên ku dabûn destpêkirin berdewam dike. TJA'ya ku mehek ji kampanyaya xwe li dû xwe hişt, wê di 28'ê mehê roja înê li Duryana Dunya ya li Peyasa Amedê meşekê li dar bixe û heta Parka Rojava bimeşe. Aktîvîsta TJA'yê û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Hulya Alokmen derbarê armanca meşê de nirxandin kir û banga tevlibûnê li jinan kir.
'Em ê bertekên xwe li kolanê bînin ziman'
Hulya diyar kir ku TJA'yê 6 mehên ku bi çalakiyan derbas bike dabîbûn pêşiya xwe û du mehên kampanyaya xwe ya ku bi çalakiyan derbas kir li dû xwe hişt. Hulya diyar kir ku ew li hemû qadan bi jinan re hatine gel hev û ji bo pirgirêkên wan di lêgerînê de ne. Hulya di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Wê di mehên pêşiya me de jî ev xebat berdewam bikin. Wekî hûn dizanin di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyan kirin û em jin li dijî vê jî têkoşînê didin. Ji ber ku qeyûm herî zêde jinan û destkefitiyên wan hedef digirin. Em ji qeyûmên ku berê hatin tayînkirin vê dizanin. Ji ber vê emê nerazîbûna xwe ya lidijî qeyûman berdewam bikin."
Banga tevlibûna meşê hat kirin
Hulya anî ziman ku bi têkoşîna jinan êrîşên li dijî pergala hevserokatiyê vala hatin derxistin û got ku wê jin xwedî li destkefitiyên xwe derkevin. Hulya bal kişnad ser meşa ku wê di 28'ê Îlonê de li dar bixin jî û wiha got: "Armanca meşa me ya bingehîn li dijîderketina qirkirina jinan, tecawiz û destdirêjî û êrîşa zayendî ya li dijî zarokan tê kirin e û xwedîderketina li peymana Stenbolê ye. Ji bo ku em dengê xwe û daxwazên xwe bidin bihîstin em ê bimeşin. Armanca kampanyaya me ya bingehîn ew e ku em rêxistinbûna jinan bi hêz bikin. Ji ber wê em bang li hemû jinan dikin tevli têkoşîna tê dayîn bibin û piştgiriyê bidin mela me ya ku em ê di 218'ê Îlonê de li Duryana Dunya ya li Peyasê pêk bînin û heta Parka Rojava bimeşin bibin."