Li Ewropayê çalakiyên 'Tu jî rabe ser piyan"

  • 10:12 26 Îlon 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya pêngava ‘Ji bo Guhertin û Azadiyê tu jî rabe ser piyan’ a bi pêşengtiya JTK-E’yê de hatibû destpêkirin li gelek bajaran jin daketin qadan.
 
Di çarçoveya pêngava ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ a bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (JTK-E)  hatibû destpêkirin li gelek bajarên Ewropa jin daketin qadan. Di çalakiyên hemwext li gelek bajaran ku  jinan pêk anî bal kişandin ser qetilkirina jinan.
 
Di çarçoveya çalakiyê de  li bajarê Gîssen ê Elmanyayê bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Berçem standek li Kreûzplatzê hate danîn. Jinên li Gîssen û derdora wê dijîn broşurên TJK-E’yê amadekiribûn belav kirin.
 
Herwiha jinan di çarçoveya pêngavê de li bajarê Essen ê Elmanayê jî standek danîn û bal hat kişandina ser kampanyayê, belavok û brojûr hatin belavkirin.