Dibistanên 52 hezar xwendekarî veguherandine cihên leşkerî
- 09:28 26 Îlon 2019
- Rojane
Sozda Oremar
ŞEHBA - Piştî êrîşên li ser Efrînê 52 hezar xwendekar ji dibistanên xwe dûr hatin xistin. Li gor çavdêriyên herêmî niha li Efrînê dibistanên xwendekaran veguherîne navendên leşkerî.
Piştî êrîşên li ser Herêma Efrînê yên ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve her roj kiryarên li dijî mirovahî û ehlaqî tên meşandin. 52 hezar xwendekar niha li Şehbayê dûrî xwendina di dibistanên Efrînê de mane. Dibistanên xwendekaran veguherandine bargehên leşkerî û di hundirê cihê ku perwerdeyên ehlaqî û zanista civakî ji bo zarokan tê de dihate dayîn, niha jî bûye cihê tundî û qirkirina mirovan.
Hejmara xwendekaran di dibistan û paymengehên navenda bajarê Efrînê de berî êrîşan dixwendin, wiha ne:
Dibistana Ş. Xelat 700, dibistana Ş. Nehşet 1300, dibistana Ş. Dijwar 600, dibistana Ş. Azîme 1450, dibistana Ş. Cîgerxwîn 1515, dibistana Ş. Hêzil 750, dibistana Ş. Ezîz 550, dibistana Ş. Şiyar 1250, dibistana Ş. Doxan 650, dibistana( Ziraha, Sînaha, Tîcara û Şerîha 1100), Paymengeha Ş. Viyan Amara 350, Paymengeha taybet 200, Zanîngeh 350 xwendekar bû.
Navên dibistanên ku veguharandine cihên leşkerî wiha ne:
Dibistana Ziraa, xistine cihê Meclîsa Herêmî.
Dibistana Ticarî kirine navenda Polîsên leşkerî yên girêdayî komên tirk a ku hejmara wan 100 kes in, beşek ji wê jî istîxbarata dewleta tirk û Rêveberiya çeteyan a bi navê Muqedem Ebu Riyad di wir de ye.
Dibistana ser riya Mehmodiyê ya bi navê Sanayî, kirine navenda Sultan Murad yên di wir de perwerdeyên xwe ya taybet yên leşkerî dibînin.
Dibistana zarokên keç a Emîr Xobarî veguherandin navenda polîsa leşkerî û tê de navenda istîxbarata ku bajarê Efrînê bi rê ve dibe cih digire.
Dibistana ser riya Eşrefiyê ku bi navê dibistana reş tê naskirin, di wir de navenda dewriyeyê û beşek ji Ehrar Şerqiyê yên bi neviyên DAIŞ’ê tên naskirin, bi cih bûne.
Kesê ku bi navê Cemîl Qadip Ban jî bi xwe ji Navçeya Reco ye, diyar kir dema Rejîmê Rêveberiya Dibistana Navçeyê bû nedihişt kes bi zimanê Kurdî bixwîne û biaxive.
Hemû pirtûk bi Tirkî ne û fêrkirin jî bi zimanê tirkî tê dayîn.
Dibistanên dîtir ya li Navenda Bajarê Efrînê mane tenê bi zimanê Tirkî û Erebî tê xwendin.