Bêcezabûna wesayîtên zirxî: Kujer tên xelatkirin

  • 09:16 26 Îlon 2019
  • Rojane
ENQERE - Kordînatora Navenda Zarokan a Baroya Amedê parêzer Gazal Bayram diyar kir ku di encama lêketinên wesayîtên zirxî de di mirin û birîndariyan tên jiyîn de, li kujeran ji bilî lêpirsînên edlî, tu kar û barê cezayê pêk nayê, berovajî vê kujer tên xelatkirin û got: “Heta dest ji polîtîka bêcezabûnê bernedin wê pêşî li van bûyeran jî neyê girtin.”
 
Di 11’ê îlonê de li Amedê wesayîta zirxî zarokê 6 salî Efe Tektekîn pelçiqand û Efe jiyana xwe ji dest da. Piştî vê mirinên ji ber lêketina wesayîta zirxî tên jiyîn dîsa hatin rojevê. Efe ku ji bo nan bigire derket derve wesayîta polîsan lê ket û jiyana xwe ji dest da. Derket holê ku sala borî jî TOMA’yê li kalê Efe xistiye û qetil kiriye. Herî dawî di 22’ê îlonê de li Mezgîrt a Dêrsîmê Oktay Er yê 21 salî di encama lêketina wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest da.
 
Di 10 salên dawî de 36 kesî jiyana xwe ji dest da
 
Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di 10 salên dawî de 16 jê zarok 36 kesî jiyana xwe ji dest daye. Li gorî raporê di 10 salan de 63 bûyerên wisa hatine jiyîn, 6 jê jin 16 jê zarok 36 kesî jiyana xwe ji dest daye.
 
Kujer nehatin cezakirin, pêşnûme hatin redkirin
 
Piştî hewldana darbeya 2016’an şûnde bi OHAL’ê re li bajarê Kurdan wesayîtên zirxî bûn sedema gelek mirinan. Lê berpirsên ku hêzên ewlehiyê bûn nehatin cezakirin. Pêşnûmeyên der barê vê de hatin dayîn jî ji aliyê AKP û MHP’ê ve hatin redkirin.
 
Kordînatora Navenda Zarokan a Baroya Amedê û Cigira Serokê Baroya Amedê, parêzer Gazal Bayram der barê mijarê de axivî. Gazalê bal kişand ser mirinên demên dawî û got sedema herî mezin ev e ku di bin navê elwehiyê de li her kolanê gelek wesayîtên zirxî tên bicihkirin û leşker an jî polîsên van wesayîtan bi kar tînin jî bêpergal dixebitînin.
 
Gazalê diyar kir ku polîs an jî leşkerên van wesayîtên zirxî bi kar tînin li dijî rîsk û xetereyan tedbîran nagirin û di 2017’an de li Sîlopiyê birayên hev Muhammed û Furkan li mala xwe di encama ku wesayîta zirxî ket mala wan û pelçiqandin de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Peywirdarên ewlehiyê yê wesayît bi kar dianî, belgeya wî ya wesayît zirxî tune bû. Tevî vê bi kar aniye. Ligel ku ev agahî dema darizandinê derket holê jî, tipa edlî der barê rêjeya kusur de got wesayîta 23 salen û wesayît bi kusur dît. Bi vê jî Tipa edlî îmze avêt raporeke bi xof ya ket dîrokê.”
 
‘Pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlehiyê nikare bê çareserkirin’
 
Gazalê her wiha destnîşan kir ku li herêmê di pêvajoya şerê hatiye jiyîn de 50 hezar kesî jiyana we ji dest daye û got dewlet bi polîtîkayên ewlehiyê nikare pirsgirêka Kurd çareser bike û di vê pêvajoyê de jî wê mirin bêguman bidomin. Gazalê wiha berdewam kir: “Di dozên der barê mirin û birîndariyên ji ber wesayîtên zirxî de wek qezayên ji rêzê nêz dibin. Di encama darizandinan de biryara neşopandinê tê dayîn an jî bi awayê ‘bi teqsîrê birîndarkirin û bi teqsîrê sedema mirinê’ ceza tên dayîn û piştre ev vediguherin cezayên pere. Di encama lêketinên wesayîtên zirxî de di mirin û birîndariyan tên jiyîn de, li kujeran ji bilî lêpirsînên edlî, tu kar û barê cezayê pêk nayê, berovajî vê kujer tên xelatkirin. Ji ber vê jî heta ku dest ji polîtîkayên bêcezakirinê bernedin wê pêşî li mirinan jî neyê girtin. Divê dewlet berê xwe bide polîtîkayên aştiyane.”
 
Di 10 salên dawî de mirinên di encama lêketina wesayîta zirxî de hatine jiyîn wiha ne: 
 
“* M.A yê 7 salî di 2009’an de li ser riya Colemêrgê di bin wesayîta ku polîsên tevgera taybet bi kar dianî de ma û jiyana xwe ji dest da.
 
*Li Şirnexê zarokê 10 salî yê bi navê D.B di bin wesayîta zirxî de ma û jiyana xwe ji dest da.
 
*Y.Y yê 9 salî di 2012’an de li Qereyazi ya Erziromê wesayîta zirxî lê ket û jiyana xwe ji dest da.
 
*Di 2013’an de li Cizîr a Şirnexê Sînan Saltikalp yê 17 salî di bin panzêrê de ma û bi giranî birîndar bû. 4 mehan li nexweşxanê têkoşîna jiyanê da û jiyana xwe ji dest da.
 
*Li Tarlabaşiyê welatiyê bi anvê Naîl Mavuş yê 57 salî di 1’ê Gulana 2016’an de TOMA lê ket û jiyana xwe ji dest da.
 
*Li Cizîrê di 2016’an de wesayîtê li zaroka 6 salî B.B xist û jiyana xwe ji dest da.
 
*Li Wanê li ber Midûriyeta Emniyetê ya Îpekyolê zaroka 4 salî T.K di bin panzêrê de ma û jiyana xwe ji dest da.
 
*Naciye Ozdemîr di 2016’an de li Dêrsîmê di encama lêketina wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest da.
 
*Di 2016’an de li taxa Hacibekîr a Wanê Mustafa Duman li baxçeyê xwe rûniştibû û guleya ji panzêrê derket lê ket û jiyana xwe ji dest da.
 
*Di 8’ê Cotmeha 2016’an de li Gever a Colemêrgê di encama guleya ji wesayîta tîpa kobra derket Aydin Tumen, Serhat Buldan, Rahmî Sefali û Nejdest Îşozu jiyana xwe ji dest dan.
 
*Li Cizîrê di 2016’an de wesayîtê li zarok H.S ket û jiyana xwe ji dest da. 
 
*Li Kerboran a Mêrdînê di 2017’an de zarokê bi navê B.D yê 7 salî di bin wesayîta zirxî de ma.
 
*Di 2017’an li Amedê li kolana Gevranê Hatun Elhuman wesayîta zirxî lê xist û jiyana xwe ji dest da.
 
*Pakîze Hazar ya 70 salî li Licê wesayîta zirxî lê xist û jiyana xwe ji dest da.
 
*Zarokê bi navê F.B yê 6 salî li Sêrtê di bin wesayîta zirxî ya ejder de ma û jiyana xwe ji dest da.
 
*Di 22’ê Çileyê 2018’an de li ser riya Sîlopî-Cizîrê wesayîta zirxî li wesayitek din xist û di encamê de Mehmet Saît û zarokên wî Hişyar û Halîlp Alpkan birîndar bûn.
 
*Di 25’ê Çileyê 2018’an de li Cizîrê li nêzî Birca Belek wesayîta zirxî li zarokê bi navê S.A ket û birîndar kir.
 
*Li Dêrsîmê di 28’ê Gulana 2018’an de wesayîta zirxî li Hasan Huseyîn Çîmen yê 60 salî ket û jiyana xwe ji dest da.