Şebnem Korur Fîncanci: Divê şertên kampa êzidiyan bê başkirin

  • 09:14 26 Îlon 2019
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
ÊLIH - Seroka Giştî ya TÎHV’ê Şebnem Korur Fîncanci ku çû serdana Kampa êzidiyan ya li Êlihê, diyar kir ku divê şert û mercên kampê bên başkirin û divê NY der barê êzidiyan de tedbîran bigirin. 
 
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê li hember Şengalê êrîş pêk anî û bi hezaran êzidî hatin qetikirin û bi hezaran jî dîl hatin girtin. Piştî komkujiyê, êzidiyên koçî Tirkiyeyê kirin jî ji aliyê şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li kampên li Amed, Mêrdîn û Êlihê hatin bicihkirin. Lê di 2016’an de piştî qeyûm tayînê şaredariyên DBP’ê bûn, kampa li Amedê hat girtin û êzidî terkî qedera wan hatin kirin. Kampên li Êlih, Riha û Mêrdînê jî dewrê Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Karasetê (AFAD) hat kirin. Bi vê re şertên jiyanê yên êzidiyan giran bû. Li kampan bûyerên ku heta tacîz û tecawizê çûn, hatin jiyîn. Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korur Fîncanci ku çû serdana kampa Êlihê, çavdêriyên xwe ji ajansa me re parve kirin.
 
Şebnemê destnîşan kir ku li kampan kêmasî hene û wiha got: “Êzidî bi taybet di mijara perwerde û tenduristiyê de pirsgirêkan dijîn. Şebnemê wiha got: “Bi komujiya di 3’ê Tebaxa 2014’an a li hember êzidiyan pêk hat re, êzidî ji Şengalê derketin. Bi piştgiriya kurdên Bakur li herêmê bicih bûn. Şaredariyên DBP’ê piştgiriyek mezin dan wan. Di avabûna gelek kampan de şaredarî bûn pêşeng û binesaziya wan ava kirin. Li Amedê li qada bi navê Fîdanlik pêvajoyek wisa hat jiyîn. Piştî qeyûm hat tayînkirin, gelek tişt hatin sînorkirin. Kampa Êlihê, dewrê AFAD’ê hatiye kirin û di şert û mercên wan de başkirinek tune. Ez çûm gelek kampên penaberan yên cîhanê. Em çûn wan kampan ku wan derman bikin û raporê amade bikin ku wan neşînin welatên jê hatine. Dema ku ev kamp dîtibûn, li wir şert û mercên tendursitiyê, hewcedariyên wan yên sereke yên jiyanê dihatin avakirin. Lê di kampa ez niha dibînim gelek pirsgirêk tên jiyîn.”
 
‘Di şertên jiyanê de zehmetî tên jiyîn’
 
Şebnemê bi lêv kir ku li kampê şertên mutbex, serşo û tuwaletê jî ne baş in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirovên pisgirêkên tenduristiyê dijîn hene. Di alî girtina xizmetên tenduristiyê de jî sînorkirin hene. Dema bixwazin derkevin derveyê Êlihê divê desturê bigirin. Ji ber vê jî tenê li Êlihê xizmetên tenduristiyê digirin. Ligel vê rewşa wan ya aboriyê jî nebaş e. Neçar dimînin di karên rojane de bixebitin. NY jî 120 TL dide wan. Bi vî pereyî jî nikarin jiyana xwe bidomînin.”
 
‘Zarok ji derfetên perwerdê fêdeyê nagirin’
 
Şebnemê diyar kir ku pisgirêk ne tenê ev in û yek pirsgirêks  girîng jî , ev e ku zarok ji perwerdehiyê bêpar dimînin û got: “Zarok li dibistanê neçar dimînin bi tirkî perwerdê bibînin. Lê zimanê wan Kurdî ye. Yanî 5 sale perwerde bi giştî qût bûye. Rêjeya zarokên diçe dibistanê pir kêm e. Rewşa ciwanan jî zêde nebaş e.Ciwan jî ji ber tiştên tên jiyîn neçar dimînin dest ji zanîngehê berdin. Perwerda wan jî hatiye rawestandin.”
 
‘Divê NY tedbîrê bigire’
 
Şebnemê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku şaredariyê berê xebatên psîko-civakî meşandiye û wiha dawî lê anî: “Lê qeyûan tu tiştek nekiriye, berovajî vê pêşî li xebatan girtiye. Divê şert û mercên wan Êzidiyan bê başkirin. Divê NY demildest tedbîran bigire. Divê bi zimanê dayikê perwerde bê dayîn."