ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2019'AN
- 09:00 26 Îlon 2019
- Rojev
*Dayikên berxwedêrên azadiyê yên ku li Kampa Berxwedanê dimînin, bi hêviya vegera li ser axa Efrînê têkoşîna xwe didomînin. Dayikan gotin: "Hezkirineke tim me ber bi Efrînê ve dibe. Rihê zarokên me li wir in. Em ê jî vegerin Efrînê. Em ê sozdarên şopa zarokên xwe bin û welatê xwe azad bikin." DÎMEN HEYE
*Helbestvan Meyem Temir a ku helbestê wek hevala xwe ya serdemê dibîne, axivî û wiha got: "Çawa ku mirov li tenduristiya xwe baldar e, divê li hest û helbestê xwe jî baldar be, da ku ew tiştê ku dixwaze bîne ziman, bi awayekî xweştir bîne ziman." DÎMEN HEYE
*Sekretera SES'ê ya Amedê Roza Çatak, diyar kir ku jin mafê kurtajê bi têkoşînê bi dest xist û niha bi awayeke aşkere êrîşek li hember vê pêk tîne û got: "Dewlet û Midûriyeta Ewlehiyê nikare bi tu awayî lîsteya kurtajê bixwaze. Lê diyare ku tu maf û qanûnan nas nakin. Lê divê jin xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe bikin yek." DÎMEN HEYE
*Antrenora Koma Voleybolê ya Cizîrê Şengul Ayyilmaz derbarê xebatên xwe yên serdema nû de axivî û got ku meheke wan dest bi antremanê kiriye û wiha berdewam kir: “Di 12’ê Cotmehê de lîg dê dest pê bike. Koma Voleybolê ya jinan a Cizîrê di lîga duyem de ye û Koma Voleybolê ya Lawan a Cizîrê jî di lîga yekem de têbikoşin. Ev ji bo me serkeftinek mezin e.” DÎMEN HEYE
*Jinên ji ber şert û mercên siyasî û aborî neçar man koçî Mersînê bikin, bi karkeriya çandiniyê debara xwe dikin. Karkerên ku li ser erdan dema qezayê dikin nabin nexweşxanyê jî, tenê 3 saetan radizên seranserê rojê dixebitin. Jinan diyar kirin ku ji roja ji gundê xwe koç kirine ruyê rehetiyê nedîtine û gotin ji bo xwarinê jî dema wan tune ye. BI DÎMEN
*Seroka Giştî ya TÎHV’ê Şebnem Korur Fîncanci ku çû serdana Kampa êzidiyan ya li Êlihê, diyar kir ku divê şert û mercên kampê bên başkirin û divê NY der barê êzidiyan de tedbîran bigirin. BI DÎMEN
*MEDÎ-DER ya bi armanca ku zimanên asîmele bûne û li ber tunebûnê bide jiyîn, li Mêrdînê hat avakirin, dest bi perwerde û qeydên qursan kir. Endama komeleyê Leyla Yîgît, hemû kesên ku dixwazin zimanê xwe biparêzin vexwendiyê qursan kir.BI DÎMEN
*Kordînatora Navenda Zarokan a Baroya Amedê parêzer Gazal Bayram diyar kir ku di encama lêketinên wesayîtên zirxî de di mirin û birîndariyan tên jiyîn de, li kujeran ji bilî lêpirsînên edlî, tu kar û barê cezayê pêk nayê, berovajî vê kujer tên xelatkirin û got: “Heta dest ji polîtîka bêcezabûnê bernedin wê pêşî li van bûyeran jî neyê girtin.”