'Em tu carî tawîzê ji azadiya xwe nadin'

  • 17:18 25 Îlon 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê bi mijara "Têkiliyên Zayenda Civakî de Jin û Aştî" gotubêjek hat li dar xist. Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan, diyar kir ku em çiqas li ber xwe bidin dê dewlet ew qas lawaz bibe û got: "Em tu carî tawîzê ji azadiya xwe nadin."
 
Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê, li salona konferansê ya partiyê gotubêja bi navê "Di mijara Têkiliyên Zayenda Civakî de Jin û Aştî" li dar xist. Di gotubêjê de kesên beşdar bûn, ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Di gotubêjê de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, axivî.
 
Ayşe, anî ziman ku heta jin azad nebe, ne civak û ne jî mêr azad dibe û wiha got: "TJA demek berê strarta kampanya "Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan" da destpêkirin. Ger ku li malekê û di nava malbatekê de aştî tune be, li cihanê jî aştî tune ye. Divê em guhertin û veguhertinê ji malbatê bidin destpêkirin. Heta ku malbat neyê guhertin veguhertin ne pêkan e. Jina Kurd bi têkoşina xwe rêyên nû vekir. Têkoşîna jina kurd rê li pêşiya jinên li Tirkiyeyê jî vekir. Divê em vê têkoşînê bêtir mezintir bikin." 
 
'Tiryak û fihûşê di nava civakê de pêş dixin'
 
Ayşe, destnîşan kir ku piştî dewletê biryara şer stend û şûnde ewil jin kirin hedefa xwe û wiha axivî: "Piştî hola şer û pevçûnê pêş xist, di nava civakê de tora tiryak û fihûşê pêş xistin. Bi zanebûn di nava civakê de tiryak û fihûşê pêş dixin. Dewlet dixwaze di nava jinan de bêbaweriyê ava bike. Divê jin nebin lîstika vê yekê. Piştî maseya şer hilweşandin bi zanebûn di nava civakê de tiryak û fihûş pêş xistin. Pergalên dîktator her dem dixwazin civakê birizînin. Vê yekê jî bi tiryak û fihuşê dikin. Bi fihûşê jinan bê îtîbar dikin û sincê civakê xera dikin."
 
'Koleyên herî mezin mêr in'
 
Ayşe, herî dawî bibîr xist ku yek ji sedema tundiyê pergala leşkeriyê ye û wiha bilêv kir: "Dewlet bi zanebûn pergala eskeriyê pêş dixe. Li vir tundiya mêr bêtir zêde dike. Tundiyê fêrî mêr dike. Kuştin û lêdanê fêrî mêr dike. Mêr jî piştre tê li jinê tundiyê dike. Lê jinan dijberî vê yekê her dem borî mêr perwerde kir. Îro tê gotin ku mêr azad in. Na ne azad in. Koleyên herî mezin mêr in. Ji ber ku newêrin bêjin em naçin eskeriyê. dema dibin karmend ji sînoran dernakevin û ji li gorî rêgezan tev digerin. Ditirsin. Tenê li ser jinan îktîdara xwe dimeşînin. Bi taybetî li Kurdistanê beşek mezin mêr hatine terbiyekirin. Li gorî dixwazin nikarin li ser jinê tundiyê bimeşînin. Jin êdî ji mêr natirsin."
 
'Em çiqas li ber xwe bidin dê dewlet ew qas lawaz bibe'
 
Ayşe, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji xwe bawer in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em tu carî ji azadiya xwe tawîz nadin. Lê divê em rêxistinbûna xwe bêtir mezin bikin. Ger ku em xwe bi rêxistin nekin û bi hêz nekin emê yek bi yek biçin. Divê em pergala tacîz û tecawizê li her derê teşîr bikin. Em şerm nekin. Bila ew şerm bikin. Em kolan bi kolan mal bi mal xebatên xwe mezin bikin. Azadî nêzîk e. Dewlet xelas bûye. Em jin çiqas berxwe bidin emê ew qaz dewletê lawaz bikin. Ger ku em li destkeftiyên xwe xwedî dernekevin hemû destkeftiyên me wê ji destê me biçin."