TJA di çarçoveya kampanyayê de li gundan civîn li dar dixe
- 17:10 25 Îlon 2019
- Rojane
AMED - Di çarçoveya kampanyaya TJA'yê ya "Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan" li gundê Çîmîka Yenîşehîra Amedê civîna jinan hat lidarxistin û di civînê de qala hewcedariya xurtkirina rêxistinbûna jinê hat kirin.
Kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) ya bi navê "Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan" bi rêzeçalakiyan didome. Di çarçoveya kamyanyayê de Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Yenîşehîra Amedê li gundê Çîmîkê civîna jinan li dar xist. Aktîvîsta TJA'yê Bêrîvan Elter, hevseroka navçeyê Remziye Sizici, hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken û parlamentera Amedê Remziye Tosun tevlî civînê bû.
'Ji ber polîtîkayên dewletê şîdet pêk tê'
Di civînê de Bêrîvan bal kişand ser kuştina jinê û wiha got: "Kuştina jinê her ku diçe zêdetir dibe. Ev tişt ji ber polîtîkayên dewletê pêk tê. Li dijî wê yekî divê hemû jin xwe bi rêxistin bike. Dema jin bibin yek dê li dijî taciz, tecawiz û şîdetê bêtir têbikoşin."
'Divê malbat neyên lîstîkan'
Parlamenter Remziye di civînê de qala çalakiya rûniştinê ya li ber HDP'ê kir û wiha axivî: "Rûniştina malbatan ya li her HDP'ê polîtîkayeke qirêj e. Ev polîtîkayên qirêj tê pûç derkevin. Divê dayikên me neyên lîstîkan. Her wiha zimanê şer û şîdetê ya dewletê bandoreke neyînî li ser jiyana jinê dike. Lê em ê li dijî polîtîkayên qirêj, kuştin û şîdetê têkoşîna xwe mezin bikin."