Li Amedê Nobeta Demokrasiyê: Her der bûye qada berxwedanê

  • 16:06 25 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Parlamenter Feleknas Uca di 38'emîn Nobeta Demokrasiyê ya li Amedê de axivî û diyar kir ku bi berxwedana gel zîhniyeta qeyûm hat parçekirin û her der bûye qada berxwedanê.
 
Piştî ku qeyûm tayînê Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hat kirin bi pêşengiya Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) Nobeta Demokrasiyê li bajaran hat destpêkirin. 38'emîn Nobeta Demokrasiyê li Cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê pêk hat. Parlamenter, hevşaredar, hevserok, rêveberên HDP'ê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBB), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi sedan welatî tevlî çalakiyê bûn. 
 
'Dê çalakiya xwe bidomînin' 
 
Nobeta Demokrasiyê di dorpêça polîsan de pêk hat. Endamên Meclîsa Jinên Ciwan ên HDP'ê bi pankarta 'Ji bilî me tu kes bi ser nakeve' vekirin. Di çalakiyê de hevserokê HDP'ê yê Bajêr Zeyat Ceylan, axivî û bal kişad ser berxwedana 38 rojan. Zeyat, destnîşan kir ku berxwedana li vir belavî li hemû deran bû û her wiha dê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin.
 
'Berxwedana gel li pêş e'
 
Di çalakiyê de parlamentera Êlihê Feleknas Uca jî axivî û destnîşan kir ku gel li hemberî pergala otorîter û faşît berxwedana xwe didomîne û wiha got: "Dema em çûn Amerîkayê me baş dît ku berxwedana gel her tim li pêş e. Bi berxwedana gel zîhniyeta qeyûm hat parçekirin. Her der bûye qada berxwedanê."
 
'Şêniyên Pasûrê serî natewînin'
 
Feleknas, di axaftina xwe de bal kişand ser bûyera Pasûrê û wiha got: "Di nokteya kontrolê de li hemberî xebatkarên me êrîşek pêk hat. Şêniyên Pasûrê her tim bi êrîşan re rû bi rû man, lê heta îro tu carî paş ve gav neavêtin. Dê dîsa li dijî lîstîkên qirêj derbikevin û serî natewînin. Em dibêjin divê hemû gelên Tirkiyeyê li dijî qeyûman li ber xwe bidin."