Dîba Keskîn bi dirûşmên 'Jin jiyan azadî' hat pêşwazîkirin

  • 15:06 25 Îlon 2019
  • Rojane
WAN - Hevşaredara berê ya Erdîşê Dîba Keskîn ya ku piştî hat tehliyekirin ji Enqereyê hat Wanê ji aliyê bi sedan kesî ve bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" hat pêşwazîkirin. 
 
Hevşaredara berê ya Erdîşa Wanê Dîba Keskîn piştî ku ji girtîgehê hat tehliyekirin, ji Enqerê hat Wanê. Ji bo ku Dîbayê pêşwazî bikin, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nuran Îmîr, Muazzez Orhan, hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin û hevşaredarên Erdîşê, gelek partîzan û bi sendan jin çûn Balafirgeha Ferît Melen a Wanê. 
 
Di pêşwazîkirina ku bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" hat kirin de kêliyên hestewar derketin holê. Dîba li ya li balafirgehê axivî û got; "Min silavên gitrtiyên li Girtîgeha Sîncanê ji we re anîn. Dîba bi gotina, "Ez xweşkahî û azadiyê dixwazim" kesên wê pêşwazî kirin silav kir.