Şandeya Jinan a Rojavayî Yekîtiya Jinên Kurdistanê ziyaret kirin
- 14:25 25 Îlon 2019
- Rojane
SILÊMANÎ - Şandeya jinan a ji Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê pêk tê, bi armanca hevdîtinan bikin berê xwe dan Herêma Federal a Kurdistanê. Şandeya jinan ewil li Silêmaniyeyê Yekîtiya Jinên Kurdistanê ziyaret kirin.
Şandeya jinan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hevdîtinan berê xwe dan Herêma Federal a Kurdistanê. Heyeta jinan ji 5 jinan pêk tê îro li Silêmaniyeyê dest bi hevdîtinan kirin.
Şandeya bi pêşengiya Asya Ebdullah li bajarê Silêmaniyê li gel rêveber û endamên Yekîtiya Jinên Kurdistanê civiyan. Piştî civîna her dû aliyan daxuyanî dan çapemeniyê. Seroka Pêla Pêşeroja Kurdistan Narîn Metîn di daxuyaniyê de axivî û got: “Em ê hemû rêxistinên jinan ziyaret bikin û peyama berxwedana jinên Rojavayê Kurdistanê ji wan re ragihînin. Ji ber ku jinên Rojava karîn bibin sembola aştî û azadiyê. Em dixwazin bi vê serdanê bi hevre kar bikin û ji bo civakak tendirust bandorê li ser aliyên siyasî bikin.”
Berpirsa Yekîtiya Jinên Kurdistanê Seywan Rostem jî diyar kir ku ew ê ji bilî mijara jinan, ji bo mijarên netewî jî kar bikin. Şande wê hevdîtinên xwe îro li Silêmaniyê dewam bike û di saet 16.00’an de jî jinên di nava Tevger Goran re hevdîtinê bikin.