Rêxistina HDP'ê li Îzmirê jî dest bi 'Nobeta Demokrasiyê' kir
- 13:33 25 Îlon 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê têkildarî starta "Nobeta Demokrasiyê" civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay, diyar kir ku wê li pêş Navenda Çanda Turkan Saylan dest bi Nobeta Demokrasiyê bikin û bang li hemû kesên demokrasiyê diparêzin kir ku tev li çalakiyê bibin.
Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê yên li dijî tayînkirina Qeyûm a Şaredariyên bajarên Wan, Amed û Mêrdînê didomin û belav dibin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmirê beriya starta Nobeta Demokrasiyê li Îzimrê bide destpêkirin, li avahiya HDP'ê ya Îzmirê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de parlamenterên HDP'ê Ayşe Surucu, Serpîl Kemalbay, Şevîn Coşkun, Musa Pîroglu û Habib Eksîk amade bûn. Dîsa gelek endam û rêveberên bajar amade bûn. Li ser navê komê parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay daxuyanî da.
'Têkoşîna me ya li dijî qeyûman û bloka faşist a AKP-MHP'ê didome'
Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku darbeya qeyûm 37 roj li pey xwe hişt û wiha got: "Li dijî qeyûman têkoşîna me ya demokrasiyê didomin. Li çar aliyên Tirkiye têkoşîna me ya li dijî qeyûman û bloka faşist a AKP-MHP'ê didome. Ji îro û şûnde çalakiyên me yên Nobeta Demokrasiyê wê li Îzmîr û Stenbolê jî hemwext bidomin. Em ê ji bo parastina demokrasiyê nobetê bigirin. Nobeta me ya Demokrasiyê ji îro û şûnde wê li semta Alsancakê wê li pêş Navenda Çanda Turkan Saylanê saet di 15:00’an de bê li dar xistin. Nobet heta saet 20:00'an wê bidome. Beriya Nobetê divê gelê me li navçeyan kom bibin û berê xwe bidin qada Nobetê. Em bang li her kesî dikin ku ji bo tevlêbûna nobetê li pêş navçeyan bên cem hev û bên tev li Nobeta Demokrasiyê bibin. Beriya em li pêş Turkan Saylan kom bibin emê belavokan belav bikin. Ger ku li cihekî vîna gel hatibe xespkirin, li her derê vîna gel hatiye xespkirin. Ger ku edalet û hiqûq li hemberî kesekî hatibe qetilkirin, di heman demê de li hemberî me hemûyan hatiye qetilkirin. Ji ber vê yekê em neçarin bi hevre têkoşîna Demokrasiyê pêş bixin û mezin bikin. Em bang li gelê Îzmirê dikin ku ji bo Nobeta Demokrasiyê piştevanî û şêwirmendiyê xurt bikin werin tev lê bibin û piştgiriyê bidinê. Nobet wê heta meha cotmehê bidome."