Jinên Meclîsa Edaleta Civakî derbarê êrîşan de daxuyanî dan

  • 13:20 25 Îlon 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Di çarçoveya hemleya Kongreya Star de ji bo şermezarkirina êrîş û gefên dewleta tirk,  jinên Meclisa Edaleta Civakî daxuyanî dan.
 
Bi armanca şermezarkirina êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêxistina Kongreya Star hemleyek bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkerî û DAIŞ'ê têk bibin" ragihandibû.  Ji bo heman mjarê li gundê Til Sosin ê navçeya Ehdasê ya Şehbayê jinên Meclisa Edaleta Civakî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bi dehan endamên sazî û rêxistinên jinan ên navçeyê beşdar bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Edaletê Rûken Elo ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Ev demeke bûyerên ku li Sûriyeyê rû didin, tu çareseriyên mayinde jê re nehatine dayin. Dewleta tirk bi kiryarên xwe yên hovane, her roj gefan li herêmên kurdan dike. Li kêleka wê jî  firotin û bazarên dewletan li ser hisabê gelên Sûriyeyê çêdibin.
 
Dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe aloziya Sûriyeyê kûrtir kir. Li şûna ku Tirkiye hewil bide DAIŞ tune bibe, li kêleka wê dixwaze bala cîhanê bikşîne ser mijarên koçberan. Di herêmên ku di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne, guhertinên demografî hatine çêkirin û her roj jiyana şêniyên ku li wan herêman dimîn di nava metirsiyê de ye. Îro mafê mirovan tên binpêkirin û her kes bê deng e.  
 
Em weke  Jinên Meclîsa Edaleta Civakî bang li civakên navneteweyî û saziyên mafê mirovan ên cîhanê dikin, ku dawî li bêdengiya xwe bînin. Em dixwazin Sûriyeyek demokratîk hemû gel bi aramî tê de bijî. 
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî wekheviya gelan,"Bijî Netewa Demokratîk" bi dawî bû.