'Me li Etrûşê li ber xwe da em ê li Mexmûrê jî li ber xwe bidin'
- 11:12 25 Îlon 2019
- Rojane
MEXMÛR - 25 roj in Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê li dijî ambargoya 70'ê rojî li ber xwe didin. Ji Dayikên Aştiyê Hewê Kar, diyar kir ku di sala 1995'an de bi berxwedana dayikan ambargoya li hemberî Wargeha Etrûşê hat şikandin û dê niha jî bi berxwedana dayikan ambargoya li hemberî Wargeha Mexmûrê bê şikandin.
26 sal beriya niha ji ber zim û zordariyê şêniyên herêma Botanê berê xwe dan Herêma Federal a Kurdistanê. Heta ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) bi cih bûn gelek wargeh guhertin. Kurd li ser axa xwe penaberbûn û dîsa bi heman astengî, bi êrîş, zilm û zehmetiyan re rû bi rû man. Hetan niha du caran ambargoyeke bi vî rengî danîn ser wargehan. Cara yekem li Wargeha Etrûşê ambargo hat danîn û 3 meh dom kir. Ambargo bi berxwedana gel hat şikandin. Ya 2'yem jî piştî bûyera di 17’ê tîrmeha ya îsal de li resteranta Huqqabazê ku li Hewlerê de rû da û di encamê de endamê MÎT'ê Osman Kose jiyana xwe ji dest da, amborgo danîn ser Wargeha Mexmûrê û wargeh hat dorpêç kirin. Ambargo û dorpêç 70 roj in didome.
Rayedar li hemberî dorpêçê bêdeng in
70 roj in penaberên Mexmûrê nikarin biçin Hewlêrê, danûstandinê bikin, biçin nexweşxane, dibistan û karê xwe. Li gel bertek, nerazîbûn, hewldan û hevdîtinan heta îro jî ne hikûmeta PDK'ê û ne jî hikûmeta Iraqê der barê mijarê de tu agahî nedan. Li dijî bêdengiya rayedaran 25 roj in Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê li gel zor û zehmetiya hewayê û her wiha li gel astengiya asayîşa PDK'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dayikan da zanîn ku heta bighêjin armanca xwe dê berxwedana xwe bidomînin. Ji Dayikên Aştiyê ya Mexmûrê Hewê Kar ji ajansa me re qala penaberiya xwe ya li Wargeha Etrûş û Mexmûrê kir.
Mexmûrî li ser axa xwe bûn penaber
Endama Dayikên Aştiyê Hewê Kar di destpêka çalakiya rûniştinê de cih xwe kir û bi rojan li ber xwe da lê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî çalakiya xwe bidomîne. Hewê, di destpêka axaftina xwe de behsa derketina xwe ya li Tirkiyeyê kir û wiha got: "Em ji ber zilm û zordariya dewletê ji Bakurê Kurdistanê derketin û me berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Li gorî me axa me bû. Ji ber ku ev der li cihê me ye. Lê mixabin ya ku dijmin li me ne kiribû, li vir birayê me li me kir."
'Me bi berxwedanê ambargoya li ser Etrûşê şikand'
Hewê, destnîşan kir ku heta ku bi cih bûne 8 wargeh guherandine û wiha got: "Heta niha em li 8 wargehan man. Her mayîneke wargehê bi serê xwe bi pirsgirêk bû. Jiyana me di nav eş û zehmetiyan de derbas bû. Cara yekem li wargeha Etruşê ambargo danîn ser me û ambargo 3 mehan dom kir. Di vê demê nan nebû em bixwin, me nanê berû, nanê niskê dan zarokê xwe. Pezên me hatin dizîn, şivanên me hatin revandin. Gule li ser serê me hatin barandin. Di vê demê de jî jin pêşengiya berxwedanê kir û em li dora wargeha xwe bûn mertal. Me nehişt ku zirarê bidin zarokên me û gelê me. Me amboga di sala 1995’an de bi berxwedana xwe şikand."
Li Mexmûrê jiyaneke nû afirandin
Dayika Hewê da zanîn ku ku pişti ev qas zilm û zorê li Wargeha Mexmûrê bi cih bûn û wiha axivî: "Me gelek zorî û zehmetî dît. Herî dawiyê em hatin Wargeha Mexmûrê. Lê li wargehê dupîşk û mar hebûn. Cihê ku bê jiyîn nebû. Lê em bi biryar bûn ku li vir bizivîrin cihê jiyanê û me wisa jî kir."
‘Piştî 25 salan çardin em bi ambargoyê re rûbirû ne’
Endama Dayikên Aştiyê Hewê bal kişand li ser ambargo û dorpêça niha û wiha bilêv kir: "Piştî 25 salan cardin hikûmeta PDK’ê ambargo danî ser wargeha me. Destûr nadin nexweş, karker, xwendekarên biçin Hewlerê. Nahêlin erzak bê wargehê, ev penaberên li vir hemû xwedî li zarokên biçûkin û zarokên wan hurîn. Her wiha zarok nikiran biçin dibistanan."
'Dayik bi biryarîn'
Hewê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me xwest em sedema ambargoyê hîn bibin û em komek dayîn çûn li ber asayîşa PDK’ê. Me xwest em bi rayedaran re biaxivin û hevdîtin pêk bînin. Lê hewldana me asteng kirin. Li dijî vê yekî me bir yar da û li ber asayîşê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakiya dayikan 25 roj in didome. Dayik di çalakiyên xwe bibîriyarin ku dê daxwazên xwe bidin qebûl kirin."