Jinên Efrînê: Dijimin dixwaze civaka kurd bi riya şerê taybet tune bike

  • 10:26 25 Îlon 2019
  • Rojane
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Tevgera Kevana Zêrîn di çarçoveya hemleya Kongreya Star a ku bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ'ê têk bibe" hatibû destpêkirin, semînerek li ser 'Şerê Taybet' da.
 
Semîner bi dirûşma "Bi çanda dayika xwedawend û hunera azad dê Efrîn rizgar bikin" bi beşdarbûna dehan ji şêniyên Efrîn û Şehbayê li hola kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê hat dayîn.  Hol bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û Kevana Zerîn hatibû xemilandin. 
 
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê semîner ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kevana Zêrîn Şêrîn Reşîd ve hat dayîn. Her wiha sinevîzyonek têkîldarê mijarê hat pêşkêşkirin. Jinên ku tevlî semînerê bûne nêrînên xwe parve kirin.
 
'Şerê taybet jinan hedef digire'
 
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kevana Zêrîn Şêrîn Reşîd bal kişand ser semînerê û wiha got: "Ev semîner bi armanca şiyarkirina gel û taybet jinên Efrînê tê dayîn, ji ber her jin tên hedefgirtin. Heya jin rizgar nebe civak jî rizgar nabe, ji bona vê jî divê em xwe bighînin tevahî jinan. Şerê taybet yek ser jin, ciwan û zarok bandor dike û bi riya wan civakê dihelîne. Pêwist e em hember pergala kapîtalîzîmê têkoşîn bikin û deskeftiyên ku me bi dest xistiye biparêzin." 
 
‘Dijimin dixwaze civaka kurd bi riya şerê taybet tune bike’
 
Endama Komîta Jin a Meclîsa Kampa Serdemê Zozan Elo li ser semînerê ev tişt got: "Semînera ku hatiye pêşkêşkirin şerê taybet nîşan dide. Îro jî dewleta tirk şerê taybet di her aliyê de pêk tîne. Piştî koçberiya me li Efrînê pir cureyên şerê taybet li ser me hat meşandin. Yek ji amûrên şerê taybet jin, televîzyon, telefon, înternet û tiştên derveyî exlaqî ne. Li hember van yekan rabin û nehêlinin di civakê de zêde belav bibe." 
 
‘Şerê taybet yekem bandora xwe li ser ciwanan dike’
 
Medya Çawiş a cihê xwe di Koma Berçem de digire bandora şerê taybet a li ser ciwanan nirxand û wiha pê de çû: "Bandora şerê taybet li ser ciwanan di astek herî jor de ye. Şerê taybet di nav ciwanan de di aliyê werzîş, huner û înternetê pir belav dibe, ev hemû jî dijmin bi zanebûn di nav me de belav dike. Ji ber ciwan pêşeroja civakê ne. Em dikarin şerê taybet bi hunerên xwe yên kevnar û bi rêxistina xwe têk bibin. Gor em jî dibînin şer di her aliyê de tê meşandin. Em dikarin van şeran bi rêxistinbûyina xwe vala derbixînin."