‘Tevî hemû astengiyan em ê xebatên xwe bimeşînin’
- 09:10 25 Îlon 2019
- Rojane
Rengîn Azîzoglu
AMED - Hevşaredara Licê Ruken Yilmaz, da zanîn ku her carê bi hincetên cuda hewl tê dayîn pêşî li xebatên wan bê girtin û wiha got: “Ji bo me bixin nava zehmetiyê çi ji destê wan tê, dikin. Tevî vê em ê xebatên xwe bidomînin.”
Di çarçoveya OHAL’ê de bi KHK’yên hatibûn derxistin ji bo 95 şaredariyên girêdayê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) qeyûm hatibûn tayînkirin û yek ji van şaredariyan jî ya Licê bû. Piştî du sal û nîv pêvajoya qeyûm di 31’ê adarê de di hilbijartinên herêmê de li navçeyê HDP’ê ji sedî 77,73 deng girt. Şaredariya Licê ku gelek plan û projeyên wan hene, hem ji ber kavila ku qeyûm hiştiye û hem jî bi hincetên ewlehiyê nikare xebatên xwe bimeşîne. Hevşaredara Licê Ruken Yilmaz pêvajoya qeyûm û ya niha nirxand.
‘Hemû saziyên jinan û çandê hatibûn girtin’
Rukenê bi lêv kir ku di pêvajoya qeyûmê di 2016’an de tayînê şaredariyê bûye nêzî 8 mîlyon pere hebûye û bi pereyê lê zêde bûye jî di pêvajoya du salan de 37 mîlyon pere hatiye xerckirin û wiha pêde çû: “Me şaredarî bi 3 mîlyon û nîv zêdetir deyn dewr girt. Navendên çandê û saziyên jinan hatibûn girtin. Kapasîta xebatkarên şaredariyê 45 bû lê ev hejmar zêde kirine û vê jî ji sedî 30 butçeya şaredariyê derbas dikir. Ji ber vê em neçar man karkeran derxin. Ev jî bû sedema astengiya xebatên me. Ji ber kêmasiya personelan me navendên xwe aktîf nekir. Projeyên me yên ewil der barê jin û çandê de bû. Me di pêvajoya 3 û 4 mehên borî de bi şaredariya bajarê Mezin re xebatên çandî meşand. Şanoya zarokan, rojên sînemayê me pêk anî. Dema qeyûm hat proje bidawî bûn.”
‘Wesayîta aydê şaredariyê dane qeymeqamtiyê’
Rukenê bi lêv kir ku sazî hatine girtin û wek depo hatine bikaranîn, alavên saziyan hemû hatine belavkirin. Rukenê ev tişt bi lêv kir: “Tevî lêkolînên hatin kirin, agahiyên der barê alav li ku ne, nehatin bidestixistin. Tu alavên atolyeyên navendên jinan ne li cih bûn. Pîkaba me ya aydê şaredariyê jî dane qeymeqamtiyê. Ya rast ji peywirdarên parastinê yê qeymeqam re hatiye tahsîskirin. Me xwest em şûnde bigirin lê qeymeqamtiyê doza îtîrazê vekir. Mala şînê ya şardariyê çêkiriye dane miftitiyê. Ji bo vê jî me serlêdan kir. Ligel vê erdên şaredariyê hebûn, ew jî dane hinek kes û saziyan. Niha nayên bikaranîn.”
'Şaredarî bi zîhnîyeta mêr hatine meşandin'
Rukenê destnîşan kir ku di encama civînên hatine kirin de dîtine ku pisgirêka av û binsesaziyê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beriya qeyûm tayînê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bibe, me bi şaredariyê re plansaziya vê kiribû. Der barê vê de butçe hatibû amade kirin. Lê bi tayînkirina qeyûman re ev plan hatin rawestandin. Ji ber nebûna personelan, em nikarin dest bi xebatan bikin. Dema qeyûman de personelên jin nehatine girtin. Ev jî nîşan dide şaredarî bi zîhniyeta mêr hatine meşandin.”
‘Karê me zehmet dikin’
Rukenê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li navçeyê di gelek aliyan de xebatên wan tên astengkirin û wiha dawî lê anî: “Ji bo mîhrîcanan me xwest em qada kampê ava bikin. Lê bi hinceta ewlehiyê destûr nedan. Ji bo sahaya xaliyê ya ji bo turnuvaya futbolê me serî Midûriyeta Perwerdê da lê bersiva neyî dan me. Em pisgirêkên wisa dijîn. Karê me her diçe zehmet dikin. Nahêlin wesayîtên me jî bikevin qadê. Her carê hincetekê didin pêş me. Tevî vê em ê xebatên xwe bimeşînin.”