'Bi rakirina waneya wekheviya zayendî re zayendperestî tê xûrtkirin'
- 09:05 25 Îlon 2019
- Rojane
AMED - MEB waneya wekheviya zayendî ji mufredatê rakir û rastî bertekan hat. Hatîce Efe, bi rakirina waneyê re rê bi ler çi vedikin gelo û got: "Zarokên me di dibistanan de bi hişmendiyeke zayendperest tên mezin kirin û em ê li dijî wê bi civakê re têbikoşîn."
Wezareta Perwerdeya Mîllî (MEB) di rapora perwerdeya sala 2019 û 2020’an de aşkera kir ku dersa wekheviya zayendî ji mufredatê rakirin. Heke xwendekar di temenê biçûk de fêrî wekheviya zayendî bibin dê ji bo pêşeroja ciwakê baştir bibe. Biryara rakirina dersa wekheviya zayendî ji hêla rêxistinên saziyên sivîl û sendîkayan ve hat rexnekirin. Hevseroka Şaxa 1'emîn a Egîtîm Sen ya Amed’ê Hatîce Efe der barê mufredeta MEB'ê û biryara ku hatî standin de nêrînê xwe ji ajansa me re parvekir.
‘Divê li her qadê wekheviya zayendî bê nîqaşkirin'
Hatîce di destpêke de bal kişand li ser girîngiya fêrbûna wekheviya zayendî û wiha dom kir: "Pêşketina ferq û cûdahiya zayendî ne bîyolojîke. Zayentperestî bi çandê re qod digire û afrînerê wê jî civake. Ev hişmendî jinê weke çîna duyem û sêyem cûda dike. Bi vê re ew ji civakê tên dûrxistin û jin ji 4 dîwaran tên hepskirin. Divê li hemberê vê hişmendiyê em têbikoşin. Divê li her qada jiyanê wekî, mal, dibistan, kolan, sazî û dezgehên siyasî nîqaşên wekheviya zayendî bê kirin."
'Bi rakirina waneyê re rê li ber çi vedikin?'
Hatîce, diyar kir ku hikûmet bi rakirina waneya wekheviya zayendî re pişgiriya xwe ya ji bo şîdet û tacîzê diyar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev wane deskeftiyeke ya têkoşîna jinê ye ku ji hêla MEB'ê ve hedef hat girtin. Ev xal di nav 24 saetan de bi lezek hat rakirin û xwe jê rizgar kirin. Bi vê yekê re pişgiriya xwe ya ji bo şîdetê îspat kirin. Armanca wan di serî de tunekirina dad û demokrasiyê ye û her wiha zêdekirina êrîşên zayendî û kuştina jinê ye. Lê divê zarok di temenê biçûk de bikeve ferqa hinek tiştan. Divê hişmendiya takekesî, zayendperestî di zarokatiyê de bê şikandin. Dê bi vî rengî guherînên mezin pêk bên. Lê em dibinin ku ev li karê hinekan tê. Divê ev wane weke waneyekî zorakî bên dayîn."
‘Em ê li cihek dest pê bikin'
Hatîce, da zanîn ku her roj nûçeyên qetilkirina jinê, şîdet û êrîşa zayendî ya li hemberî jinê tên dayîn û wiha axivî: "Di her qada jiyanê ev bûyer bûne rojev. Lawir, zarok, jin û bi her awayî xweza tê qetilkirin û civakeke wehş tê afirandin. Divê em ji cihek dest pê bikin ku civaka xwe biguherînin. Zarokên me di dibistanan de bi hişmendiyeke zayendperest re tên mezin kirin. Sedemê wê jî ji pergala perwerdeyê pêk tê. Ji bo zarokan qalibên keç û kur tên afirandin. Rakirina waneyan tê wateya piştewaniyaya sûcên ku li hemberî jinê pêk tên."
‘Divê em têkoşîna wekheviya zayendî bidin’
Endama Şaxa 1'emîn a Egîtîm Sen ya Amedê û her wiha mamosteya ku li benda tayînê ye Selda Kirmizi Çîçek di demeke nêz de zarokên xwe bişîne dibistanê û bal kişand ser mijara wekheviya zayendî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez dayik im û zarokê min jî wê di demek nêz de dest bi dibistanê bike. Biryara ku hatiye girtin biryareke şaş e. Malbat naxwazin zarokên wan di nav hişmendiyeke bi vî awayî de mezin bibin. Tiştên ku ji zarokên me didin fêrkirina, di pêşerojê de li ser civakê bandor dibe. Em li bendê ne ku rêxistinên sivîl li hemberê vê yekê berteka xwe nîşa bidin û malbat ji bikevin nava hewldanan û ji bo wekheviya zayendî divê têkoşîneke hevpar bê dayîn."