Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê di roja 37'emîn de berdewam kir

  • 15:32 24 Îlon 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê di çalakiya rûniştinê ya 37'emîn de endama Komeleya 78'an Atiye Okay axivî. Atiye diyar kir ku welat bûye welatê xefikan, hilbijartin adîlane nehatin kirin û wê dawî li vê îktîdarê bînin.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Nobeta Demoklrasiyê ku li dijî qeyûman da destpêkirin di roja 37'emîn de berdewam kir. Rêveberên Komeleya 78’an ên Mêrdîn, Amed, Dîlok û Êlihê, wekîl û rêveberên HDP’ê û gelek welatî beşdar bûn. Pankarta “Nikarin vîna gel desteser bikin” hat vekirin û çalakî di bin dorpêça polîsan de pêk hat. 
 
'Welat bûye welatê xefikan'
 
Ji Komeleya 78’an a Dîlokê Atiye Okay got: “Vîna gel desteser kirin û li ser qoltixa rûdinên. Bi zîhniyeta îttîhat û terakiyê tu welat û siyaset nayê birêvebirin. Me di serdema Osmaniyan de ev yek dît. Welat kirine welatê xefikan.  Armanca wan ne demokrasiye armanca wan ew e ku serweriya xwe bidomînin. Me li her deverê dît ku qeyûman çawa diziyê kirin. Ez wek welatiyek Tirkiyeyê şerm dikim. Wa dawiya wan tê. AKP li ber têkçûyînê ye. Bi nasname, rûmet, deng û zîhniyeta vî gelî neleyîzin. Em dixwazin bi biratî û wekhevî bijîn, ji vê xwezayîttir çi heye gelo?”
 
Em bêdeng namînin
 
Serokê Komeleya 78’an a Amedê Ganî Alkan jî destnîşan kir ku heke qeyûman tayîn dikin bila hilbijartin jî pêk neyê û got: “Hem hûn qeyûman tayîn dikin lê wê demê çima hûn hilbijartinê dikin. Pêdiviya her kesî bi demokrasiyê heye. Em bang li her kesî dikin; em li dijî van bêdeng bimînin wê siberojê hin bêtir pêdiviya me bi edalet û demokrasiyê çê bibe. Divê em xwedî li şaredariyên xwe derkevin.” 
 
'Qeyûm navê dizî û şêlandinê ye'
 
Cîgirê Hevserokên HDP’ê Murat Çepnî ê Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî jî wiha got: “Di serî de qeyûm li dijî vîna gelê kurd zordestiyek faşîst e. Qeyûm bertîlxwarin û dizî ye. Ji xelkê didizin û li dostik û komikên xwe belav dikin. Ji ber vê yekê em ê her bêjin dizî ye. Heta em dawîl i neheqî û diziyan û bertîlxarinê bînin wê têkoşîna me dewam bike."
 
Murat Çepnî bal kişand ser cezakirinê kesên ji Doza Nisêbînê dihatin darizandin û got: “Duh cezayê muebetê li ciwanên ji doza Nisêbînê tên darizandin hat birîn. Partiya me jî û gelê me jî wê li dijî van têkoşîna xwe dewam bike. Roj roja xwedî derketin û xelekbûna derdora HDP’ê ye. Ev yekê bikin kul i dijî faşîzmê têkoşîna me mezin bibe. Em vê bikin ku siberoja me azad û rizgar bibe. Ev erdnîgarî erdnîgariya bindestan e. Em ê her biaxivin. Hûn dibînin li gel hemû zext û zilmê jî HDP li ser pêya ye.” 
 
Nobet piştî çalakiy rûniştinê bi dirûşman bi dawî bû.