Êrîşî HDP'yîyan ên çûn Pasûrê kirin: 2 kes birîndar bûn
- 15:31 24 Îlon 2019
- Rojane
AMED - Rêveberên HDP'ê ji bo piştgiriyê çûn serdana endamên meclîsa Şaredariya Pasûrê. Rêveberên HDP'ê li Pasûrê bi êrîşî rû bi rû man.
Bi hinceta teqîna li Pasûrê ya ku 7 kesî jiyana xwe ji dest dan, tevî Hevserokên Şaredariya Pasûrê, Mehmet Fatih Taş û Fatma Ay 5 kes hatibûn girtin. Ji ber ku dewsa Fatma û Fatih qeyûm hat tayinkirin Rêveberên HDP'ê ji bo piştigiriyê çûn serdana endamên meclîsê yên şaredariyê. Rêveberên HDP'ê di vegerê de ji aliyê komek ji 10 kesî pêk dihat û çekên lûledirêj bi kar anîn, bi êrîşî rû bi rû man. Di êrîşa ku cop û ço hat bikaranîn de 2 kes birîndar bûn û camên wesayetan hat şikandin.
Hat îdiakirin ku yên êrîş kirine cerdevan in
Endamên Meclîsê yên ku li ber şaredariyê çalakiya rûniştinê pêk anîn û li ser rêya vegerê ji aliyê pîkabekê hatin şopandin. Di derketina Pasûrê de yên di pîkabê de pêşiya wan birî û êrîşî wan kir. Di heman demê de jî çêr û heqaret li endamên meclîsê hat kirin. Hat îdiakirin ku yên êrîş kirine cerdevan in.